Ji ber şerê malbatan ê li Bismilê 26 kes hatin binçavkirin 2023-08-21 12:42:30   AMED - Li Bismîlê du malbatan ji bo silhê hatibûn civandin bi şer çûn. Di şer de ciwanekî jiyana xwe ji dest da û 22 kes jî birîndar bûbûn. Ji ber şerê malbatan 26 kes hatin binçavkirin.    Duh li Taxa Tekelê ya navçeya Bismil a Amedê di navbera du malbatan de silh dihat kirin. Lê di dema silhê de malbat bi şer çûn û çek hatin bikaranîn. Ji ber şerê di navbera malbatan de 26 kes hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan; di navbera malbatên Kale û Alkan de rageşî hebû û ji bo silhê her du malbat anîn cem hev. Silha malbatan li qata 3’yan a avahiyekî dihat kirin lê malbatan lihev nekirin. Li baxçeyê malê jî her du malbat bi şer çûn.    Di şer de çek hatin bikaranîn û 23 kes birîndar bûn. Şerê malbatan nêzî 30 deqeyan dom kir lê polîsan çi midaxele nekirin. Ji bo birîndaran bangî ambulansê hate kirin û ji birîndaran 11 jê veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê û 12’ên din jî rakirin nexweşxaneyên cuda yên bajar. Polîsên ku li pêşiya malê midaxileyî şer nekirin, li nexweşxaneyê jî çi tevdîr negirtin. Ji ber vê yekê şerê malbatan li nexweşxaneyê jî berdewam kir. Ji birîndaran Arda Deger ê 18 salî jiyana xwe ji dest da.    26 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin û kesên li nexweşxaneyê dihatin tedawîkirin jî di nav de bi giştî 26 kes hatin binçavkirin.    Lêpirsîna têkildarî bûyerê didome.