TEM’ê hewldana êrişa li dijî HDP’ê dewrî Asayîşê kir 2023-08-21 14:21:24   EDENE - Hat zanîn ku A.C. a hewl dabû êrişî li avahiyê hevpar a HDP û Partiya Çepên Kesk a Edenê bike, bi hinceta “Tu têkiliya wê bi terorê re nîn e” ji TEM’ê dewrî Şaxa Asayîşê hate kirin û jina din a li gel jî, hate berdan.    Hat destnîşankirin ku jina bi navê A.C. a hewl da ku êrişî li avahiyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk bike ji  Şaxa TEM'ê jinan birin Şaxa Asayîşê. Duh A.C. dora saet 10’an li dora deriyê partiyê dora 15 deqeyan sekinî û ji çenteya xwe 3 şûşeyên pet ên têde madeyên şewatî û teqemenî danî li ber derî û derket. Rêveberên partiyan ew jin li ber rawestgeha otobosan a li ser Cadeya Abîdînpaşa zeft kirin û teslîmî polîsan kirin.    A.C. a birine Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Edeneyê piştî karûbarên îfadeyê bi hinceta “Têkiliya wê bi terorê nîn e” dewrî Şaxa Asayîşê hate kirin. Jina din a li gel C.A. bi hinceta tu têkiliya wê bi bûyerê nîn e hate berdan. Karûbarên îfadeyê yên A.C.’yê li Şaxa Asayîşê berdewam dikin.    Têkildarî bûyerê duh Walîtiya Edeneyê daxuyanî da û îdia kiribû ku A.C. dîn e.    ÊRIŞKAR: POLÎSAN MIN ŞAND    Dema ku A.C. ji hêla rêveberên partiyê ve hatibû girtin, wiha gotibû: “Hûn kê ne? Polîsan min şand. Kê we şand?” Dema ku Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogullari bertek nîşan da, polîsan jê re got, "Tiştek ewqas were mezinkirin nîn e."