Îdianameya der barê Diyar Galeria de hat qebûlkirin 2023-08-21 14:30:31 AMED - Îdianameya derbarê Navenda Kar a Galeria ya li Amedê di erdhejê de hilweşiyabû û 89 kesan têde jiyana xwe dest dabû, hat qebûlkirin.    Li Amedê Navenda Kar Diyar Galeria di erdheja 6’ê Sibatê de hilweşiyabû. Di du blokên avahiyê de 89 kes canê xwe ji dest dabûn. Îdianameya têkildarî avahiyê temam bû.    11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ji ber nakokiyên di îdanameyê de paşve vegerandibû. Dozgeriyê îtîrazî dadgehek bilindtir 12’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê kir. Îtîraz hat qebûlkirin û vê dadgehê îdianameyê dîsa şand 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê û vê carê îdianame qebûl kir.    Di îdianameyê de derbarê muteahîdan Sedat Eser, Mehmet Şîrîn Yîgît, Şeyhmus Yîgît, endezyarê avahiyê Tevfîk Demîr û M.E., H.M.Y. û Î.H.Y. ku derbarê wan de biryara girtinê heye ji sûcê “bi zanebûn bi qisûrdar bûne sedema mirin û birîndarkirina gelek kesan” doz hat vekirin. Derbarê her yekî de 22 sal û 6 meh cezayê hepsê tê xwestin.