TMMOB: Em ê derheqê avahiyên ne li gorî rêziknameyê tên hilweşandin pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin 2023-08-21 14:56:16   AMED - Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’a Amedê diyar kir ku dê derheqê kesên avahiyan ne li gorî rêziknameya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê hilwedişînin de pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.    Lijneya Koordînasyona Bajar (ÎKK) a Şaxa Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Amedê têkildarî avahiyên bixesar ên ne li gorî rêziknameya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê tên hilweşandin, li Odeya Avahîsazên Amedê (DMO) daxuyanî da. DMO, Odeya Endezyarên Hawirdorê (ÇMO), Odeya Endezyarên Înşaatê (ÎMO), Odeya Endezyarên Ceryanê (EMO) û endamên ÎKK’a Şaxa TMMOB’ê tev li daxuyaniyê bûn.   Hevserokê EMO’yê Alîcan Çetînkaya ji ewil axivî û piştre Hevseroka ÇMO’yê Nûjiyan Yildirim metna daxuyaniyê xwend. Yildirim, erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan bi bîr xist û got ku bandoreke mezin li gelek herêman kir. Yildirim, got ku di erdhejê de ziyaneke mezin gihişt Amedê jû ev tişt anî ziman: “Bi sedan kes mirin û bi hezaran kes jî bêkar man. Li gorî daneyên dawî; li bajarê me li 152 hezar û 937 avahiyan xebatên tesbîtkirina xisarê bi dawî bûne. Di lêkolînan de hat diyarkirin ku 22 avahî hilweşiyane, 66 avahî bi lezgînî divê bên hilweşandin û ziyaneke mezin gihiştiye 3 hezar û 252 avahiyan. 2 hezar û 828 nîvxesar û 32 hezar û 652 avahî jî kêmxesar in.”   ‘LI GORÎ RÊZIKNAMEYÊ TEVNAGERIN’   Bi domdarî Yildirim destnîşan kir avahî li gorî rêziknameya hilweşandinê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê nayên rûxandin û wiha pê de çû: “Weke mîna; di xala 11’emîn a beşa 4’an rêziknameyê de tê gotin ku 'avahî ji jor ber bi jêr ve tê hilweşandin. Her wiha bi hilweşandin bi stûnan nayê destpêkirin. Tiştên li ber hilweşînê dimînin divê li gorî tevdîrên ewlehiyê bên derxistin.’ Lê em dibînin ku avahî li gorî rêziknameyê nayên hilweşandin. Di dema hilweşandina bikontrol de avahî ditebiqe lewma tozeke zêde radibe. Di dema hilweşandinê de divê bênavber av li kavil bê reşandin. Lê em dibînin ku tu wesayîtên avreşandinê li wir nînin.”    ‘QEYÛM BI GEL RE BALDAR NÎNE’   Di berdewamê de Yildirim behsa çavderiyên xwe yên li qadê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dibînin ku ji xeynî tiştên bikarin bifiroşin, tu tiştên din ji nava kavilan nayên derxistin. Negirtina tevdîrên ewlekariyê li ser jiyana gel xetereyeke mezin çêdike. Dema welatî xwe nerazî dikin jî kesekî mutaxab nabînin. Qeyûm li berpirsyartiya xwe ranabin û mexdûriyetên gel paşguh dikin. Divê kes û sazî berpirsyariyên xwe pêk bînin. Xelkê me di erdhejê de mexdûriyeteke mezin jiya û divê rê nedin zêdebûna van mexdûriyetan. Em ê derheqê kesên rêziknameyên qanûnî binpê dikin pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.”