Ji bo hevdîtina saetekê du roj rêwîtî: Em ê serî netewînin 2023-08-21 15:41:20   ÎZMÎR - Medîne Kaymaz a ji bo hevdîtina kurê xwe ya saetekê yê di Girtîgeha Tekîrdagê tê ragirtin, du rojan di rêwîtiyê de derbas dike, bertek nîşanî sepanên kêfî û binpêkirinên mafan ên girtîgehê da.    Dayika Bayram Kaymaz, Medîne Kaymaz (80) ji ber zext û binpêkirinên kurê xwe û girtyên din ên di Gîrttîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F'yê de tên ragirtin, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovam (ÎHD) a Îzmîrê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Tevî dayikê gelek endamên ÎHD’ê jî tev li civînê bûn. Medîne Kaymaz destnîşan kir ku gelek girtî di bin şert û mercên zehmet de, li ber xwe didin û got: “Tiştên girtî dixwazin nadin wan, xwarinên wan xerab in. Fatureyên ceyranê didin lê belê nikarin avekê li xwe bikin. Dema ku mafên xwe dixwazin îşkence tê kirin, cezayên dîsiplînê tê dayîn.”   Kaymaz anî ziman ku ew ji bo hevdîtinê ji Îzmîrê diçe Tekîrdagê û axaftina xwe wiha domand: “Ji bo hevdîtina saetekê, çûna min du roj dom dike. Bêedaletî û bêhiqûqiyê li zarokên me disepînin lê belê ne em ne jî zarokên me dê serî netewînin. Poşmantiyê li girtiyên 30 salî ferz dikin. Înfazên wan têne şewitandin, tên taloqkirin. Tekane sûcên wan Kurdbûn e.”   ‘BILA OCALAN AZAD BE’   Kaymaz anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal e di Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û ev tişt anîn ziman: “Ev du sal e nikare ne bi parêzerên xwe re ne jî bi malbata xwe re hevdînê bike. Gelo, tenduristiya wî çawa ye, kes nizane. Ev ne edalet e. Kurd bi şer serî natewînin. Heke Ocalan azad bibe dê zextên li girtîgeha jî bi dawî bibin. Dê gelê Kurd jî gelê Tirk jî azad bibe. Heke tecrîd rabe dê herkesek bi rehet bijî. Êdî bêedaletiya li ser zarokên me tê meşandin bi dawî bibe.”   PIRSGIRÊKÊN GIRTÎGEHAN   Piştre Hevserokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin axivî. Aydin bi bîr xist ku li girtîgehan her ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin û got: “Girtiyan dişinîn dûrî malbatên wan. Bi vê yekê hevdîtina malbatan ya bi zarokên xwe re asteng dikin. Tedawiya girtiyên nexweş nayê kirin. Ji ber vê sedemê nexweşî dibin kronîk. Xwarinên xirab têne dayîn. Ji ber xwarin baş nîn e, nexweşî zêde dibin. Berdana girtiyan, bi cezayên kêfî ên disîplînî tê astenkirin. Ew wek ÎHD dixwazin dawî li zextên dijî girtiyên siyasî were.”