Girtiyê di venêrîna awarte de tê ragirtin ji ber enfeksiyonê nayê emeliyatkirin 2023-08-21 16:05:36     ÎZMÎR - Yilmaz Ozalp ê li Girtîgeha Şkaranê krîza dil derbas kir, li beşa venêrîna awarte hê tê dermankirin û ji ber enfkesiyon girtiye nayê emeliyatkirin.    Yilmaz Ozalp ê li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê ya Jimara 1’an a Tîpa T’yê dihat ragirtin roja 5’ê tebaxê krîza dil derbas kir. Ozalp ê rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê Çîgliyê hê jî tedawiya wî didome. 17 roj in di beşa venêrîna awarte de tê dermankirin û hat zanîn ku xetereya li ser jiyana wî jî didome. Hat diyarkirin ku ji ber ku Ozalp di beşa venêrîna awarte de enfeksiyon girtiye nayê emeliyatkirin. Ji bo vê nexweşînê jî tedawî hat destpêkirin.    Li aliyê din sekinandina bifikar a malbata Ozalp jî li ber nexweşxaneyê didome.