Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 28’an de didome 2023-08-21 16:25:24   ENQERE - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 28’an de berdewam kir. Malbatê xwest bi wezîrê dadê re hevdîtinê bike lê dîsa hate astengkirin.    Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Malbatê, nobeda xwe ji Rihayê veguhestibû Enqereyê û nobed îro di roja 28’emîn de berdewam kir.    Emîne Şenyaşar a ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristî bi erebeya biteker siwar bûbû û kurê wê Ferît Şenyaşar bi dovîza li ser “Edalet” hatibû nivîsandin, ji Deriyê Meclisê yê Dîkmenê ber bi Wezareta Dadê ve meşiyan.    Rayedarên emniyetê yên li pêşiya Wezareta Dadê hewl dan nehêlin malbat li pêşiya wezaretê bisekine û piştre heta Meclisê jî şopandin.