Êrişa li Omer Ocalan hat protestokirin. Em ê serî netewînin! 2023-08-21 20:31:54   NAVENDA NÛÇEYAN - DBP, HDP û Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran bi awayekî hevwext êrişa li Parlementerê Rihayê Omer Ocalan protesto kirin.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk, êrişa li Parlementerê Rihayê Omer Ocalan ku di dema bîranîna Bazo Yilmaz ê par li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû hatibû kirin, li gelek bajaran bi awayekî hevwext şermezar kir.    Li Qada Topçûyê ya navçeya navendî Halîliye ya Rihayê, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin û Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlementerên Partiya Çepên Kesk, rêveberên HDP, DBP û Partiya Çepên Kesk ên bajêr û navçeyên wê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Girse heya ber avahiya HDP'ê ya bajêr meşiya.    Hevberdvekê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin ku di daxuyaniyê de axivî got: "Em êrişa li parlementerê me Omer Ocalan bi tundî şermezar dikin. Em ê qethiyen teslîmî vê polîtîkaya şer a li dijî xwezayê, mirovahiyê û hemû jiyana bûnewaran nebin. Em ê bi hev re çarenûsa Tirkiyeyê biguherînin."    Paşê Hevberdveka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Ûçarê jî bal kişand ser hûrguliyên êrişa li Omer Ocalan û got: "Bila li dîroka siyaseta demokratîk a gelê kurd mêze bikin, di pêvajoya Komara Tirkiyeym ya sedsalî de serî netewand, dest ji mafên xwe yên demokratîk berneda. Bi kîjan rêbazên tên bila bên, dê ev têkoşîn wekî duh îro jî bidome."    Piştî daxuyaniyê girse bi berzkirina dirûşmeyan heya avahiya partiyê ya bajêr meşiya. Polîsan di dema meşê de ji bo dirûşmeyên peyva "Kurdistanê" tê de derbas dibin gef li girseyê xwar. Girseyê jî bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" bersiva gefan da. Gırse lı ber avahıya partıyö çalakıya rünıştınö lı dar xıst.    WAN   Li Wanê jî êrişa li Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan hat şermezarkirin. DBP, HDP, Dayikên Aştiyê, TJA û gele rêxistinên civaka sivîl tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Dest nede vîna gel" hat vekirin û dirûşmeya "Omer Ocalan vîna me ye" hat berzkirin.    ÎZMÎR   Li Îzmîrê jî têkildarî êrişê daxuyanî hat dayîn. Rêxistinên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Berna Çelîk metna daxuyaniyê xwend. Çelîkê got: "Ew ê li ber van êrişan serî netewînin û hesabê vê zilmê bipirsin."   ENQERE   Rêxistinên HDP û Partiya Çepên Kesk ên Enqereyê jî bi daxuyaniyekê êrişê şermezar kirin û gotin ku dê giliyê berprisan bikin.    STENBOL   Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê jî têkildarî êrişên li hemberî avahiya wab li ber avahiya partiyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta "dest nede vîna min" hat vekirin û dirûşme hatin berzkirin. Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Stenbolê, rêxistinên HDP'ê yên navçeyên Stenbolê, DBP, xizmên girtiyan û MATÛHAYDER tevlî daxuyaniyê bûn.    Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Beser Çelîkê metna daxuyaniyê xwende. Çelîkê bilêv kir ku bi êrişa li ser hêzên temsîliyeta gelê kurd armanc tepisandina gel e û got ku ew ê serî netewînin û hesab bipirsin.    ŞIRNEX   Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Şirnexê jî li ber avahiya xwe daxuyaniyek da. DBP, HDP û rêxistinên partiyê yên hemû navçeyan, Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, TJA, Dayikên Aştiyê û endamên meclîsên şaredariyê tevlî daxuyaniyê bûn. Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Sabûha Akdag metna daxuyaniyê xwend. Piştî daxuyaniyê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Dirûşmeta "berxwedan jiyan e" hat berzkirin.    MÊRDÎN   Di heman çarçoveyê de li Mêrdînê jî bi pêşengiya Partiya Çepên Kesk li ber avahiya partiyê daxuyanî hat dayîn. Rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajêr û navçeyan tevlî daxuyaniyê bûn.    AMED   artiya Çepên Kesk, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî êrişên dawî yên li dijî HDP’ê û Parlementerê Rihayê Omer Ocalan li Qada Şêx Seîd a navçeya Sûra Amedê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Hûn nikarin dest bidin vîna me” hat vekirin. Hevserokên HDP’ê yên Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyad Ceylan, Hevserokê DBP’ê yê Amadê Hayrettîn Altûn, Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, Tevgera Jinên Azad (TJA), Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê, endamên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî tevli daxuyaniyê bûn.    ‘ÊRIŞÊN WE ENCAM NAGIRIN’   Ewilî Hevserokê HDP’a Amedê Zeyad Ceylan axivî û destnîşan kir ku desthilata heyî nikare bi rêya meşrû siyasetê bide meşandin, siyasetê bike, an jî nikare xwe li gel bide qebûl kirin, serî li rê û rêbazên dijhiqûqî, dijaştiyê dide. Ceylan, anî ziman ku yên ku nikarin ji xwestekên gel re bibin bersiv û nikarin pêşî li siyaseta demokratîk bigirin serî li darê zorê didin û wiha got: “Em jî wiha ji wan re dibêjin, heta niha bi gelek êrîşên nîjadperestî, dijhiqûqî, dijexlaqî li hember partiya me, siyaseta demokratîk hatine kirin. Van êrîşan çawa bi tekoşîna me ya meşrû, biexlaq, wijdanî û mafdar vala hat derxistin, vê saetê şûn de jî hûn nikarin bi van êrişan encam bigirin. Ji ber vê yekê em dibêjin sekn û tekoşîna me ya mafdar û meşrû dê van êrişên we yên nîjadperestî bê bandor bike. Siyaseta demokratîk ew ê hertim vînê esas û xurt bigire. Em van êrişan şermezar dikin.”   ‘TU MEŞRUIYETA WAN NÎNE’   Piştî axaftina Ceylan, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn metna daxuyaniyê xwend. Tekîn, diyar kir ku hikûmeta niha ya ku hewl dide şîdetê bike beşek ji jiyana wan ya rojane, bi taybetî di van rojên dawî de bêtir bêhiş bûye û êrîşî parlamenter û avahiyên partiya wan dike. Tekîn, da zanîn ku hêzên ewlekariyê yên ku li hemberî xizmekî wekîlê AKP'ê “esas duruş” digirin, dema mijar dibe kurd û nûnertiya wan bê dudilî êrîş dikin. Tekîn, wiha dirêj kir: “Bi êrîşên sîstematîk û merkezî yên li dijî wekîlên me û avahiyên partiya me, dixwazin vê peyamê bidin: 'Eger em karibin vê yekê li wekîlên we bikin, em ê çi ji we re nekin?’ Lê ew vê yekê ji bîr em ne ehlê kevneşopiyekê ne ku ne li ber zaliman û ne jî li hember hevkarê zaliman serî natewînin. Di çavê me de ti meşrûiyeta hiqûqî yên hêzên ewlehiyê ku li Rihayê bi rûyên maskekirî êrîşî wekîlên me kirin, nîne.”   ‘EM Ê LI BER HIQÛQÊ HESAB BIPIRSIN’   Tekîn da zanîn ku li dijî van êrişan ew qebûl nakin ku serokê meclisê û muxalefet li hemberî vê rewşê bêdeng bin. Tekîn, bang li muxalefetê kir û wiha bi dawî anî: “Banga me ji muxalefeta ku serê xwe di nava xîzê de veşartiye û tiştên diqewimin ji nedîtî ve tê, eşkere ye. Bêdengî zilmê çêdike, bi wêrekî ji vê zordestiyê re bêjin na. Em ê serî li ber êrîşên bi vî rengî yên ku êrîşî îrade û saziyên gelê Kurd dikin, hewl didin dînamîka mûxalefetê qels bikin û bi vî rengî gel di dawiyê de bêdeng bikin serî natewînin û em ê hesabê vê zilmê bipirsin. Em bang li hemû aliyan dikin ku li hemberî vê kiryarê ya neqanûnî û hovane ya li hemberî endamekî Serokatiya TBMM'ê hatiye kirin, helwestê nîşan bidin. Ger lêpirsîn neyê vekirin dê bi awayekî vekirî diyar bike ku ew hevparê sûcê cendirmeyan in. Em ê der barê kesên ku sûcên hiqûqî kirine û bi fermanên derqanûnî pêk anîne, giliyê bikin. Em bang li hemû gelên xwe, raya giştî ya demokratîk û dostên xwe dikin ku li hemberî êrîşên bêperwa yên vê dawiyê ku li ser partiya me û parlamenterên me pêk tên, bi hestiyar bin. Em bi eşkereyî diyar bikin ku em ê hesabê van hemû êrîşan li ber hiqûqê bipirsin.”