Şewata li Çiyayê Cûdiyê hat tefandin 2023-08-21 20:50:29   ŞIRNEX - Şewata li quntarên Çiyayê Cûdiyê piştî çend saetan hat tefandin.    Şewata ji ber sedemeke diyar li texma gundê Nevava yê li quntara Çiyayê Cûdiyê rû da, piştî çend saetan hat tefandin. Şewat, di demeke kurt d eji ber bayê belav bû. Li gor agahiyên bi dest ketin, tîmên girêdayî Midûriyeta Çandiniyê ya Bajêr mudaxileyî şewatê kirine.   Şewata ku danê sibehê dest pê kir piştî nîvro hat tefandin.    Lê ji be rku dereng mudaxileyî şewatê hat kirin, qadeke daristanî bû xwelî.