Kaymaz a di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin 2023-08-21 23:25:39       SÊRT- Cenazeyê Gûrbet Kaymaz a YJA-Starî ya di li Bedlîsê di şer de jiyana xwe ji dest da, li warê wê hat veşartin.    Cenazeyê Gûrbet Kaymaz a YJA-Starî ya li navçeya Xîzan a Bedlîsê di şer de ku di 14'ê Tîrmehê de dest pê kiribû heya 28'ê Tîrmehê dewam kiribû, jiyana xwe ji dest da, hat veşartin. Piştî ku Fermandariya Cendirmeyan a Bedlîsê telefonî malbatê kir, malbat ji Sêrtê çû Bedlîsê. Malbatê cenazeyê Kaymazê li Nexweşxaneya Dewletê ya BEdlîsê teşxîs kir. Piştî testa DNA'yê li hev derket, malbatê cenaze wergirt. Malbatê cenaze danê êvarî anî Sêrtê. Di dema anîna cenaze de malbat bi zilma polîsan re rû bi rû ma. Polîsên ku Rositana Zevyeyê dorpêç kir, nehişt malbat wecîbeyên dînî yên cenaze pêk bîne û nehiştin mele tevlî merasîma definkirina cenaze bibe.   Her wiha ji malbatê tenê destûra 10 kesan hat dayîn ku cenaze defin bikin. Polîsan daxwaza ji bo şûştina cenaze jî bi gefxwarinê red kir. Cenazeyê Kaymazê ji aliyê ferdên malbatê ve hat definkirin.