ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2023'YAN 2023-08-22 09:00:34   * Rojnamevan Fehîm Işik anî ziman ku PDK armanca Tirkiyeyê ya li Herêma Kurdistanê nabîne û got ku ev talûkeyeke mezin e. Her wiha Işik destnîşan kir ku dê pevçûneke mihtemel a PDK-PKK'ê bi kêrî Tirkiyeyê bê.    * Qeyûmê Şaredariya Êlihê, soz dabû ku dê ji malbata Başaran re xanî çêbike. Piştî ku qeyûm xanî çênekir, rêveberiya şaredariyê ya HDP'î ji malbata Başaran re xanî çêkir. Lê belê bi tayinkirina qeyûmê duyemîn re înşeata xênî hat sekinandin û ji ber ku xanî nehat temamkirin, malbatê li ber walîtiyê dest çalakiya rûniştinê kir.    * Mahmût Tûtal ji ber kuştina du polîsên di sala 2015'an de li Rihayê hatibûn kuştin, hatibû girtin û 48 sal ceza lê hatibû birîn. Lê belê hat zanîn ku qeydên HTS'yê yên ji bo cezakirina Tûtal wekî hincet hatibûn nîşandan, ji aliyê TEM'ê ve hatine guherandin.    * Rojnameger Îbrahîm Êzidî diyar kir ku welatên ku qirkirina li êzidiyan nas kirine erk û berpirsyariya xwe pêk nayînin û got ku êzidî tevî  hemû astengî û zehmetiyan bi derfetên xwe vedigerin û got: "Cara yekemîn e ku êzidî piştî fermanekê vedigerin warê xwe. Bi taybetî malbatên ku dixwazin vegerin jî pêwîst e serî li zêdetirî 6 dezgehên Başûrê Kurdistanê bikin. Ev malbatên serlêdanê dikin jî bi mehan li benda destûrê dimînin ku vegerin Şengalê."    * Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku dê ew ji bo Mazlûm Îçlî kampanya îmzeyan bidin destpêkirin û got: “Cezayê li Mazlûm hatiye birîn, kurteya hemû bêhiqûqiyan e. Divê her kesê demokrasiyê dixwaze xwedî li Mazlûm derkeve.”    * Karkerên tekstîla Artemîs û fabrîkaya Erkaplanê ku ji bo mûçeyeke ku karibin pê debara xwe bikin û mafên xwe yên sendîkayî di greve de ne gotin ku kardêr keda karkeran dixwin û divê karker ji bo mafên xwe li dijî vê yekê rabin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Wezareta Dadê dê dir oja 29'emîn de berdewam bike.    * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Hevşaredarên Êlihê yên qeyûm tayînî şûna wan hatiye kirin û endamên Meclisa Şaredariyê dê têkildarî kiryarên qeyûm li hotêlek bajêr civîna çapemeniyê li dar bixin. (10.00)