Helwesta PDK'ê bi kêrî kê tê? 2023-08-22 09:01:19 STENBOL - Rojnamevan Fehîm Işik anî ziman ku PDK armanca Tirkiyeyê ya li Herêma Kurdistana Federe nabîne û got ku ev talûkeyeke mezin e. Her wiha Işik destnîşan kir ku dê pevçûneke mihtemel a PDK-PKK'ê bi kêrî Tirkiyeyê bê.    Êrişên Tirkiyeyê yên bi tevkariya PDK'ê yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe 3 sal in didomin. PDK, di sala 2021'ê destpêka van êrişên Tirkiyeyê de bi îstixbarata xwe piştgirî da Tirkiyeyê û paşê bi sewqiyata leşkerî ya ber bi Metînayê ve vê piştgiriya xwe mezintir kir. Lê ji 14'ê Tîrmehê ve rasterast daxilî nava van êrişan bûye û bi rêyên ku li gelek cihan çêkiriye qada êrişan berfirehtir dike.    Rojnamevan Fehîm Işik êrişên Tirkiyeyê yên li Zap, Metîna û Avaşînê û piştgiriya PDK'ê nirxand.    Fehim Işık   Işik bilêv kir ku Tirkiye piştî êrişên xwe yên di 2021'ê de yên li Garê, berê xwe daye herêma Zap, Avaşîn û Metînayê û dixwaze van herêman bi çekên kîmyewî û qedexekirî bi dest bixe û got ku lê dîsa jî negihîştiye armanca xwe û windahiyên wê zêde bûne. Işik bilêv kir ku Tirkiyeya ku negihîştiye armanca xwe du sal in hêzên herêmî, hêzên girêdayî PDK'ê daxilî nava operasyonê kiriye û got: "Dewleta tirk bi van gavên xwe, hewl dide qada ku lê tengijiye bi PDK'ê bi dest bixe."   Işik, bêdengiya navneteweyî ya ji bo çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê jî wiha şîrove kir: "NATO'ya ku Tirkiye endamê wê ye û hêzên navneteweyî bi awayekî sergirtî piştgirî dan Tirkiyeyê." Her wiha Işik diyar kir ku ev liv û tevgerên Tirkiyeyê yên li herêmê ne li derî geşedanên li Sûriyeyê ne.    TALÛKEYA MEZIN   Işik diyar kir ku PDK armanca Tirkiyeyê ya bi awayekî mayinde li Herêma Kurdistanê bimîne nabîne û got ku ev talûkeyeke mezin e. Işik bal kişand ser bangawaziyên Endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan jî û axaftina xwe wiha domand: "Bangawaziyên Karayilan, tenê ne ji bo PDK'ê bûn. Ji bo partiyên siyasî, rewşenbîr û nivîskarên li hemû parçeyan bû. Ji bo hemû kesên ku pevçûneke mihtemel a PDK-PKK'ê pêşbînî dikin bû. A rast herî zêde PDK dizane ku dê bihevrebûna PDK-TSK'ê di demên pêş de veguhere şerê PKK-PDK'ê. Sedema sereke ku pevçûnên di navbera 1992-1994'an de veguherîn şerekî navxweyî, bê guman ji ber helwesta gelê herêmê bû. Ango bangawaziya Karayilan ji bo civakê bû ku rola xwe bilîze."    DÊ PEVÇÛNEKE MIHTEMEL BI KÊRÎ KÊ BÊ?   Işik di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Tiştên heya niha di navbera hêzên kurdan de qewimîn, şerê serdestiyê bû, lê dîmena niha bi tememî dê bibe pevçûneke ji bo berjewendiyên dewleta tirk. Bifikirin di vî şerî de li aliyekî têkoşîna azadiyê ya kurd û li aliyê din jî li dijî vê hêza azadiyê li teref dewleta tikr a dagirker cih digire. Lewma dê gel tu carî vê pevçûnê nexwaze. Yanî daxuyaniyên endamê Polîtburo ya PDK'ê Alî Ewnî (yên rêveberên PKK'ê hedef girtin), daxuyaniyeke ku bi pesendkirina PDK'ê hatiye kirin û di warê pevçûneke mihtemel de ji bo konsolîdekirina gel e. Lê divê mirov li dijî vê pevçûna mihtemel, pêvajoyê li teref kurdan bi encam bike. Yan na dê ev pêvajo tenê bi kêrî Tirkiye û Îranê bê."    Işik di dawiyê de destnîşan kir ku ji bo jiholêrakirina pevçûneke mihtemel a PKK-PDK'ê divê hemû kesên xwedî wijdan tevbigerin û got ku pevçûneke bi vî rengî dê bi tu awayî bi kêrî derdorên ji bo azadiya gelê kurd têdikoşin neyê.