Qeyûm soz da, HDP'ê xanî çêkir, qeyûmê duyemîn biryara xerakirinê da 2023-08-22 09:02:01 ÊLIH - Qeyûmê Şaredariya Êlihê, soz dabû ku dê ji malbata Başaran re xanî çêbike. Piştî ku qeyûm xanî çênekir, rêveberiya şaredariyê ya HDP'î ji malbata Başaran re xanî çêkir. Lê belê bi tayinkirina qeyûmê duyemîn re înşeata xênî hat sekinandin û ji ber ku xanî nehat temamkirin, malbatê li ber walîtiyê dest çalakiya rûniştinê kir.    Qeyûmê Şaredariya Êlihê soz dabû malbata Başarana li Taxa Aydinlikevlerê ya Êlihê ku ji wan re xanî çêbike. Xaniyê ku 5 sal berê dest bi çêkirina wî hat kirin, hê jî nehatiye temamkirin. Ji ber vê malbata Başaran di 5'ê tîrmehê de li ber Walîtiya Êlihê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Malbat ku heftê pênc rojan saet ji 9'ê sibehê heya 5'ê êvarî li ber baxçeyê walîtiyê rûdinê, doza çêkirina xaniyê xwe dike. Ji 5 ferdên malbatê 3 zarok bi nexweşîna epîlepsiyê ne û bav jî çendî zanîngeh kuta kiriye jî, betal e.    QEYÛM EW EWARE KIRIN   Mehmet Şah Başaran ragihand ku di sala 2018'an de piştî nûçeyên der barê rewşa wan a aborî de belav bûne qeyûmê wê demê Ertûg Şevket Aksoy gazî wî kiriye û jêr e gotiye dê alîkariyê bike. Başaran bilêv kir ku qeyûm Aksoy soz daye wî ku dê "xaniyekî ji wan re çêbike", lê belê tam salekê soza xwe bi cih neaniye û paşê piştî hilbijartinên 2019'an rêveberiya HDP'î dest bi çêkirina xanî kiriye. Başaran got: "Paşê hilbijartina 2019'an çêbû. Min jî ji bo çêkirina xanî serî li şaredariyê da. JI lew re xaniyê me li ber hilweşandinê bû. Piştî 3 roja şaredarî hat mala me. Piştî 3 mehan jî xanî xera kir û dest bi çêkirina xnaiyê nû kir. Înşeata sereke ya xanî temam kirin. Dîwar lê kirin. Pace û derî jî lêxistin. Paşê car din qeyûm hat tayinkirin. Paşê înşeat sekinî."    Mehmet Şah Başaran   BIRYARA RÛXANDINÊ   Başaran destnîşan kir ku piştî ku înşeat sekiniye xaniyê wan bûye warê tiryakkêşan û wiha got: "Şêniyên taxê gilî kirin. Şaredariyê jî di 5'ê Tîrmeha 2022'yan de biryara rûxandinê da. Yanî xaniyê ku şaredariyê ew çêkir, şaredariyê der barê wê de biryara rûxandinê da. Me jî ji bo kes nekeve hundir derî û paceyên wê girtin. Niha xênî wekî tabûtekê ye. Piştî min bi daxwaznameyê serlêdan kir, biryara rûxandinê dan sekinandin. Ji bo çêkirina xênî car din hatin, lê gotin mesrefê wê zêde ye û çênekirin."    DEST BI ÇALAKIYÊ KIR   Başaran bilêv kir ku di 3'yê tîrmehê de hevdîtin bi Waliyê Êlihê Ekrem Canalp re kiriye. Başaran diyar kir ku hevdîtina wan kurt dewam kiriye û wiha axivî: "Min bi kurtasî meseleyê jê re got. Wî jî got, 'Şaredariyê xênî çêkir, lê hûn neketinê.' Min jê re got du zarokên min nexweş in, rewşa min a aborî nebaş e û min ji ber vê nikaribûye xênî temam bike. Me xxwest xênî bê temam kirin. Walî got, 'Em çênakin.' Min jî got, 'ger hûn çênekin ez ê xwe bikujim.' Wî jî got, 'Na, tu xwe nakujî.' Piştî vê ez ji 5'ê Tîrmehê ve li baxçeyê walîtiyê me. Heya daxwaza me bê qebûlkirin em ê li vir bin."    Başaran diyar kir ku ji sala 2019'an ve di kirê de ye û xwediyê xanî heqê kirê zêde kiriye. Başaran destnîşan kir ku nan bi dest wan nakeve û got: "Çi kar hebe ez ê bikim, lê kar bi dest min nakeve. Min zanîngeh kuta kiriye, lê kar bi dest min nakeve."    MA / Fethî Balaman