Rojnameger Êzidî: Divê dewletên qirkirina êzidiyan naskirin berpirsyartiyên xwe pêk bînin 2023-08-22 09:04:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Îbrahîm Êzidî diyar kir ku welatên ku qirkirina êzidiyan naskirin erk û berpirsyariyên xwe pêk nayînin û wiha got: "Tevî naskirinê jî dewleta tirk êriş dike û êzidiyan qir dike. Anku ferman didome. Divê rê li ber van êrişan were girtin, statûya rêveberiya xweser bê naskirin û ji bo vegera li Şengalê bibin alîkar."     Piştî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên 3’yê tebaxa 2014'an bi sedhezaran xelkê êzidî yê Şengalê koçberî deverên cuda yên Herêma Kurdistanê bûn. Heta niha 300 hezar ji wan koçberan li kampên koçberan û navendên bajarên Herêma Kurdistanê dimînin. Rojane beşek ji wan koçberan vedigerin ser cih û warên xwe. Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 664 hezar koçber hene ku 490 hezar ji wan li derveyî kampan û zêdetirî 174 hezar jî ji ber êrişên DAIŞ’ê cih û warên xwe terikandine û heta niha jî ji ber sedemên aborî, civakî û ewlekariyê nekarîne vegerin warên xwe.    Lê tevî hemû zehmetiyan û astengiyan jî êzidî bi derfetên xwe vedigerin Şengalê. Êzidîyên ku niha dixwazin vegerin li ser axa xwe rastî astengiyan tê. Lê belê tevî hemû êrişên hewayî û bejahî jî êzidî berê xwe didin Şengalê. Herî dawî Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Îvan Fayeq bi daxuyaniyekê ragihand ku 293 koçberên êzidî ku li kampên koçberan yên Dihokê bûn vegeriyane Şengalê.    Rojnameger Îbrahîm Êzidî ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, der barê vegera êzidiyan de axivî.    Îbrahîm Êzidî   'DI DÎROKÊ DE CARA YÊKEMÎNE KU ÊZIDÎ VEDIGERIN'   Êzidî diyar kir ku ji avakirina Rêveberiya Xweser a Şengalê heta niha vegerên ber bi Şengalê ve zêde bûne û wiha axivî: "Bi ser fermanê 9 sal derbas bûn. Êzidiyan di van 9 salan de gelek zehmetî û koçberî dîtin. Lê belê di nava van 9 salan de gelek pêşketinên mezin jî çêbûn. Heta niha 74 ferman hatin serê vê civakê û ev cara yekemîn e ku êzidî piştî fermanekê ber bi warê xwe ve vedigerin. Ev jî ji dijmin re peyamek û bersiveke herî mezin e. Di nava van 9 salan de vegera êzidiyan a li ser warên wan ne ji ber valetiyekê ye. Di dema van vegeran de jî bedêlên mezin hatin dayîn. Bi saya keç û xortên vê civakê û pêşengên civaka êzidî, êzidî piştî fermana 74'an vegeriyan warê xwe. Kesên ku ji vê pergalê re pêşengtî kirin an jî ji Rêveberiya Xweser a Şengalê re kirin ew kes bûne sedem ku êzidî vegerin Şengalê. Bi taybetî jî şexsên weke Mam Zekî, Seîd Hesen, Dijwar Feqîr... Vegera êzidiyan a ber bi Şengalê ve bi saya Rêveberiya Xweser a Şengalê û pergala neteweya demokratîk bû."   'HEJMARA ÊZIDIYAN A LI ŞENGALÊ 250 HEZAR DERBAS KIR'   Bi domdarî Êzidî û anî ziman ku di dîroka êzidiyan de cara yekem e ku piştî fermanê vegera ber bi Şengalê ve çêdibe û wiha got: "Piştî ku herêm ji aliyê hêzên YBŞ'ê û YJŞ'ê ve hate rizgarkirin, êzidî kom bi kom vegeriyan Şengalê. Her wisa di vê navberê de Meclisa Rêveberiya Şengalê bangawaziya wan ji civaka êzidî re hebûn ku vegerin ser axa xwe. Hemû pêşengên civaka êzidî ku ji bo Şengalê ked dane û tekoşîn kirine yek xewn û xeyala wan hebû û ew jî vegera li ser axa pîroz a Şengalê bû. Li ser bangawaziya Rêveberiya Xweser vegera ber bi Şengalê ve careke din çêbû. Di nava van 9 salan de êzidiyên ku niha li Şengalê dijîn 250 hezar kes derbas kiriye. Ev jî ji civaka êzidî re serkeftineke herî mezine. Vegera êzidiyan ne bi hêsanî çêbû, ne dewlet û ne jî kesek bûne alîkar ku êzidî vegerin ser axa xwe. Êzidî tevî hemû zehmetiyan, astengiyan bi îradeya xwe vegeriyan Şengalê."   'MALBATÊN JI BO VEGERÊ SERLÊDANÊ DIKIN BI MEHAN TÊN SEKINANDIN'   Di berdewamê de Êzidî da zanîn ku PDK vegera êzidiyan a ber bi Şengalê ve asteng dike û got ku malbatên ji bo vegerê serlêdanê dikin bi mehan tên sekinandin. Êzidî wiha domand: "Yek jî astengiya sereke ya  li ber vegera êzidiyan jî siyaseta PDK'ê ye. Dibe ku bi riya ragihandinê nabêjin bila êzidî venegerin Şengalê lê bi riya şerê xwe yê taybet û bi riya saziyên ku alîkarî mirovî bi nav dikin di nava kampên başûrê Kurdistanê de digerin û bi riya van saziyan şerê taybet li ser civaka êzidî dide meşandin. Jê re dibêjin Şengal ne aram e û venegerin. Xwe weke hêzeke alîkariya avakirina Şengalê didin nîşandan lê di rastiyê de ne wisa ye. Ev hêz û sazî di nava civaka êzidî de astengî çêdikin û bi taybetî malbatên ku dixwazin vegerin jî pêwîste serlêdana zêdetir 6 dezgehên başûrê Kurdistanê bike. Ji Asayişê, ji Wezarata Koçberan, rêveberiya polîsan bikin da ku vegerin. Ev malbatên ku serlêdan dikin jî bi mehan bendê dimîne ku destûr bê dayin ku vegerin. Lêbelê li tevî van astengiyan jî vegera ber bi Şengalê ve berdewame. Herî dawî Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê bi hevkariya hin rêxistinên navdewletî pêngavek avêt û di vê pêngavê de nêzî 400-500 malbat vegeriyan Şengalê. Ev pêngav heta roja îro jî berdewam dike."   Êzidî, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êzidiyên ku vedigerin Şengalê derdora Rêveberiya Xweser a Şengalê kom dibin. Ji ber ku tekane hêzA ku karibû êzidiyan biparêze û vegere ser warê wan hêzên YBŞ, YJŞ û artêşa AsayÎşa ÊzidxanÊ bû. Yekemîn sazî û dezgeha ku êzidiyan pêşwazî bike sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser bûn. Rêveberiya Xweser a Şengalê bi riya meclİsên xwe, şaredariyên xwe û bi hemû derfetên xwe pêşwaziya van malbatan dike. Rêveberiya Xweser her pêdiviyeke van malbatan pêşwazî dike. Kesên ku vedigerin Şengalê pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Malên wan hatine xerakirin û pêwîstî pê heye ku ev mal ji nûve bên avakirin. Ew kesên ku ji DAIŞ'ê zirar ditîne pêwîste ku bên tedawîkirin. Ev bareke giran e ku Rêveberiya Xweser bi tena serê xwe nikare ragire. Divê kesên bûne sedema vê fermanê bên darizandin û cezakirin, qirkirin bê naskirin."   'NASKIRINA QIRKIRINÊ TENÊ BI SER KAXIZAN NABE'   Êzidî bal kişand ser naskirina qirkirina êzidiyan kir û ev tişt anî ziman: "Heta niha 20 dewletên ji derve û saziyên navdewletî komkujiya 3'yê Tebaxa 2014'an de weke qirkirin nas kirine. Lê belê tenê nas kirine. Ji bo civaka êzidî tu gav nehatine avêtin. Ji bo naskirina qirkirinê divê xala esasî  naskirina statûya Xweseriya Şengalê be. Ya duyemîn jî pêwîste ji bo civaka êzidî vegere Şengalê kar bikin û ji bo avakirina Şengalê jî gavên girîng bên avêtin. Wê demê mirov dikare bibêje ku van welatan qirkirina li ser êzidiyan naskiriye. Ji xeynî wê bi ragihandinê dê nebe naskirina qirkirinê. Ev naskirinên wan ê qirkirinê tenê li ser kaxizan maye. 20 dewletan ev komkujî nas kirine lê hêj jî dewleta tirk a dagirker êrişî êzidiyan dike. Divê di serî de ev dewlet rê li ber van êrişan bigirin."     'DEWLETÊN KU QIRKIRIN NASKIRINE ERKA XWE PÊK NAYÎNIN'   Rojnameger Êzidî bi lêv kir ku dewletên qirkirin naskirine berpirsyartiyên xwe pêk nayînin û wiha bi dawî kir: "Ji sala 2017'an de heta niha bi dehan êzidiyên ku ji fermanê xelas bûne ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatine qetilkirin. Mirov dikare bibêje ku qirkirina li ser êzidiyan berdewam e. Sazî û dewletên qirkirin nas kirin jî bi erk û berpirsyariyên xwe ranabin. Ev yek jî rê li ber koçberiyê vedike. Niha bi riya hin hêzên navxweyî û siyaseta ku li ser civaka êzidî tê meşandin ku ciwan ji Şengalê derbikevin û berê xwe bidin Ewropayê. Di nava heftiyekî de ji Şengalê li ser rêya Başûr û Tirkiyeyê re dikevine Yewnanistanê. Heke ku ev hêz nebin alîkar dê ev çawa di nava heftiyekî de ji Şengalê bigihin Ewropayê? Em dibînin ku hikûmeta Iraq, Başûr û Tirkiyeyê piştgiryê dide van qaçakçiyan ku êzidiyan bibin derveyî welat. Koçberiya êzidiyan a ji Şengalê berdewamiya komkujiyê ye. Heke Şengal neyê parastin û êzidî xwedî li Şengalê dernekevin êzidî dê nikarin weke êzidî hebûna xwe biparêzin. Divê ku vegera ber bi Şengalê ve bihêztir bikin."    MA / Zeynep Durgut