Ji ber belgeya sixte ya polîsan 48 sal ceza lê hat birîn 2023-08-22 09:06:29 RIHA - Mahmût Tûtal ji ber kuştina du polîsên di sala 2015'an de li Rihayê hatibûn kuştin, hatibû girtin û 48 sal ceza lê hatibû birîn. Lê belê hat zanîn ku qeydên HTS'yê yên ji bo cezakirina Tûtal wekî hincet hatibûn nîşandan, ji aliyê TEM'ê ve hatine guherandin.    Di 30'yê tebaxa 2015'an de li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê ya Rihayê du polîs rastî êrişeke çekdarî hatibûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Di çaçroveya lêpirsîna der barê kuştina polîs Fatîh Kilbey (45) û Tanjû Sakarya (26) de Mahmût Tûtal hatibû girtin û 48 sal ceza lê hatibû birîn. Derket holê ku qeydên HTS'ê yên ji bo cezakirina Tûtal wekî hincet hatibûn nîşandan, ji aliyê TEM'ê ve hatine guherandin.    Tûtal, piştî bûyerê bi 45 rojan ji ber îfadeya şahidekî hat binçavkirin û ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê ve hat girtin. Li Tûtal ku nêzî 9 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Rihayê ya Hejmara 1 a Tîpa T'yê de ye, di 29'ê gulana 2018'an de bi îdiaya "alîkariya ji bo kuştina kesekî û xerakirina yekitiya dewletê" 48 sal ceza hat birîn. Piştî ku Dadgeha Îstinafê û Dadgeha Bilind cezayê li Tûtal hat birîn pesend kirin, Tûtal bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.    Hat zanîn ku polîsên TEM'ê yên wê demê qeydên HTS'ê yên ji bo girtina Tûtal wekî hincet hatibûn nîşandan, guherandine. Derket holê ku daneyên DATA'yê yên qeydên HTS'ê yên di navbera 29'ê tebaxa 2015'an û 30'yê tebaxa 2015'an de (23.00-00.45) di belgeya berpêşî dadgehê hatiye kirin de, hatine guherandin. Derket holê ku di dema diyarkirî de ferdên malbatê gelek caran telefonî Tûtal kirine û Tûtal wê demê li malê bûye.    DÊ GILÎ BIKIN   Mûstafa Vefa, parêzerê Tûtal diyar kir ku ji ber "sixtekariya di belgeyê" de giliyê polîsan kirine û ji bo jinûvedarizandinê dê serî li dadgehê bidin.    Mûstafa Vefa   Vefa destnîşan kir ku wî bi xwe daye dû qeydên datayê yên telefona Tûtal û peyde kirine û got ku di dema bûyerê de ferdên malbatê gelek caran li Tûtal geriyane û li gor qeydan ew li malê bûye. Vefa destnîşan kir ku qeydên lêgerînê ji aliyê polîsên TEM'ê ve hatine jêbirin û got: "Ji ber ku lê hatiye gerîn agahiyên cihê lê di qeydan de heye û li gor wan agahiyan Mahmût wê kêliyê li malê bûye. Polîsan bi zanebûnî ev dane jê birine. Ji bo ceza li Mahmût bê birîn tiştekî wiha kirine. Me giliyê polîsan kir. Me diyar kir ku polîsan sixtekarî kiriye û ev belgeya pê hatiye lîstin bûye sedema cezakirinê. Ji bo jinûve darizandinê em ê serlêdanê bikin. Û ji bo cezakirina polîsên ku bi belgeyan lîstine jî em ê dest ji vê dozê bernedin."    MA / Emrullah Acar