Ji bo Mazlûm Îçlî kampanya îmzeyan tê destpêkirin 2023-08-22 10:05:51 STENBOL - Hevseroka Giştî yaÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku dê ew ji bo Mazlûm Îçlî kampanya îmzeyan bidin destpêkirin û got: “Cezayê li Mazlûm hatiye birîn, kurteya hemû bêhiqûqiyan e. Divê her kesê demokrasiyê dixwaze xwedî li Mazlûm derkeve.”    Mazlûm Îçlî yê 14 salî di 6-8’ê Cotmeha 2014’an çalakiyên Kobanê de bi îdiaya Yasîn Boru jî di nav de 4 kesan kuştiye hat cezakirin. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ji sûcên “xerakirina tevkariya welat” û “kuştina 4 kesan” bi giştî 124 sal ceza li Mazlûm Îlçî birî. Tevî ku ew roja bûyerê Mazlûm Îçlî li gundekî 140 kîlometre dûrî Amedê li dawetê bûye û gelek delîl hene jî lê biryara cezakirinê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat pesendkirin.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn biryara cezakirina Mazlûm Îçlî nirxand û diyar kir ku bi cezakirina Îçlî hatiye xwestin ku kurdan ceza bikin.    Eren Keskîn   ‘QETLÎAMA HIQÛQÊ’    Keskîn cezayê ku li Îçlî hatiye birîn wek “qetlîama hiqûqê” nirxand û tiştên der barê Îçlî de qewimî ne di warê hiqûqê de nayên ravekirin û got: “Dewlet tenê xwedî li Yasîn Buro derdikeve. Belê rast e Yasîn Boru zarok bû, lê yên din jî ku hatin kuştin zarok bûn. Dewlet çima qet navê wan bikar nayîne. Mazlûm ji ber ku ewladê malbatek HDP’yî ye dewlet qet wî zarok nabîne. Pirsgirêk ev e ku em nikarin polîtîkaya dewletê ku zarokan aniye vê rewşê nîqaş bikin. Ewqas bêhiqûqiya di dosyeya Îçlî de encama polîtîkayên dewletê ne. Dosye adeta kirin amûrek tolhildanê. Heke hiqûqê bikin, ‘amûra tolhildanê’ nexwê pergalek xeternak ya hiqûqê heye.”    ‘MAZLÛM LI GIRTÎGEHÊ MEZIN DIBE’    Keskîn got tevî ku Mazlûm Îçlî dema bûyerê ne li bajêr bûye jî biryarek wiha ku hatiye dayîn tê wê maneyê ku di asta bilind de mudaxileyek li dosyeyê hatiye kirin û dema bûyer qewimî ye Mazlûm Îçlî li gundekî ku 140 kîlometre dûrî Amedê bûye û ev yek di qeydên HTS’ê de jî derketine holê. Keskîn anî ziman ku Îçlî di 14 saliya xwe de ketiye girtîgehê û niha bûye ciewanek 23 salî û got: “Mazlûm Îçlî di girtîgehê de mezin dibe. Dewlet yanî ev zîhniyet dixwaze zarokên kurdan li ber hev rake û wan li ber hev bike dijminê hev. Di şexsê Mazlûm Îçlî de hemû zarokên kurd tên darizandin û cezakirin. Cezakirina Mazlûm di heman demê de nîşan dide ku dewlet di neçareserkirina pirsgirêka kurd de israr dike. A rast sedema van hemûyan meseleya Kobanê ye. Ji bo ku destkeftiya kurdan Kobanê li faîlekî digerin. Jixwe naveroka Doza Kobanê jî vik û vala ye. Hevalên me ku zirara wan negîştiye tu tiştekî, bi salane tên darizandin. Ev 30 sal in ez di nava têkoşîna mafên mirovan de me, cara yekem e ku ez dibînim hiqûq ewqas hatiey binpêkirin.”    JI BO ÎÇLÎ KAMPANYA ÎMZEYAN TÊ DESTPÊKIRIN    Keskîn destnîşan kir ku daraz û dewlet dixwaze di şexsê Îçlî de hemû kurdan ceza bike û wiha axivî: “Piştî biryara cezakirinê, ez li bavê Mazlûm geriyam. Malbat xemgîn e lê qet bêhevî nîne. Malbat ji hemû raya giştî piştevaniyê dixwaze. Li dijî vê bêhiqûqiyê fikrek me ku em bi sernavê ‘Em dixwazin hiqûq bê sepandin” kampanyek îmzeyan bidin destpêkirin. Em dixwazin her kes di nava kampanyayê de cih bigire. Em ê ewilî kampanyek îmzeyan bidin destpêkirin, paşê jî em ê bi biryarek hevpar vê kampanyayê bidomînin. Ez ê di demek kin de serdana Mazlûm bikim. Wê daxwazên wî ji bo me gelek girîng bin.”    BANGA HESTIYARÊ KIR    Keskîn ji bo Îçlî banga hestiyariyêl i raya giştî kir û got: “Wê Mazlûm Îçlî di encama biryarek wiha bêhiqûqî de bi salan di hepsê de bimîne. A rast cezayê ku li Mazlûm hatiye birîn kurteya hemû bêhiqûqiyên ku diqewimin e. Lewma divê her kes li ser xatirê aştî, demorkasî û çareseriyê xwedî li Mazlûm Îçlî derkeve.”    MA / Esra Solîn Dal