Dewleta tirk gundê Tirvanîş ê Metînayê topbaran kir 2023-08-22 11:51:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa tirk gundê Tirvanîş ê girêdayî Metînayê bi top û obûsan topbaran kir.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Li gorî nûçeya ANF’ê; dewleta tirk gundê Tirvanîş ê girêdayî Metînayê bi top û obûsan topbaran kir. Di encama topbaranê de ziyanên madî gihişt bax û baxçeyan.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta tirk di 6’ê tebaxê de li gundê Bilindbasê yê girêdayî navçeya Çemankê wesayîteke sivîlan hedef girtibû. Di êrişê de welatiyê bi navê Alan Îsmaîl hatibû qetilkirin û Haşim Şekir jî birîndar bûbû.