Seferî Yilmaz: Ez bi fikar im ku amadekariya sûîkastek nû li dijî min tê kirin 2023-08-22 13:28:34 COLEMÊRG - Xwediyê Pirtûkxaneya Ûmûdê Seferî Yilmaz diyar kir ku kesek nasnameya wî nediyar li dora mala wî kifşê kiriye û bi dîmenên kamerayê ve çûye gilî kiriye.    Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê derket holê ku kesek nasnameya wî nediyar li derdora mala Seferî Yilmaz ku xwediyê Pirtûkxaneya Ûmûdê bû û hatibû bombebarankirin, kifşê kiriye. Kamerayên li der û dora mala Yilmaz dîmenên wî kesî girtin e. Yilmaz da zanîn ku di dîmen de tê xuyakirin ku kesek di 15’ê tebaxê de kesek li nêzî daristana mala wî du caran kifşê kiriye û piştî ku wî ew kes ferq kiriye, ew kes ji derdorê reviya ye.    GILÎ HAT KIRIN    Seferî Yilmaz ji ajansa me re qala bûyerê kir û anî ziman ku ew bi fikar e bûyerek wek ya bombebarankirina Pirtûkxaneya Ûmûdê bê serê wî. Yilmaz anî ziman ku her çiqas wî xeber daye polîsan jî nehatine cihê bûyerê û muhtemelî heye ku ji bo suîkastek ji bo wî hatibe amadekirin. Yilmaz êrişa li dijî pirtûkxaneya wî di sala 2005’an de li Şemzînanê pêk hat bi bîr xist û wî bi tevî dîmenên kamerayan ve çûye dozgeriyê gilî kiriye.