Qeyûm plana îmarê guhert û ava Êlihê ket talûkeyê 2023-08-22 14:48:12 ÊLIH - Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin anî ziman ku qeyûm bi guhertina plana îmarê re ava bajêr xistiye talûkeyê û guhertin li dijî rêziknameyê ye.    Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz ên qeyûm tayînî şûna wan hatiye kirin û endamên Meclisa Şaredariya Êlihê têkildarî kirinên qeyûm li hotêlek bajêr civîna çapemeniyê li dar xistin. Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî yê ji Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk Berpirsiyar e û rêveberên partiyê beşdarî civînê bûn.    ‘ŞAREDARÎ VEGUHERÎNE LEŞKERGEHÊ’   Parlamenterê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku mafê bijartin û hilbijartinê yê gel ji destê wan hatiye girtin û got: “Şaredariyên gel adeta veguherandine leşkergehan. Bi darbeyên leşkerî îradeya gel hatiye desteserkirin. Hemû mal û milkên şaredariyê û saziyên girêdayî şaredariyê hatine destserkirin. Qeyûm talanê, nelirêtiyê û diziyê dikin. Wisa didizin ku şaredariyan bi milyaran pere xistine bin deyn. Şaredariya Êlihê planek îmarê ku ava bajêr bixe talûkeyê xistiye dewrê.  Em ê nehêlin ku ava gel bibe qurbanê plana wan a îmarê.”    Hevşaredar Songul Korkmaz jî anî ziman ku ew ê her kêlî bêhiqûqiyên li şaredariyê diqewimin û nelirêtiyên tên kirin bişopînin.    PLANA ÎMARÊ LI DIJÎ RÊZIKNAMEYÊ YE    Hevşaredar Mehmet Demîr jî destnîşan kir ku heta ku qeyûm plana avê amade neke nikare plana îmarê bixe dewrê, guhertinan bike û qeyûm bi awayek li dijî rêziknameyê dixwaze guhertinan bike û cihê ava bajêr ku jê tê ji îmarê re vekiriye. Demîr anî ziman ku bi plana îmarê ya qeyûm re bajarê Êlihê bi gefek cidî re rû bi rû maye û got hay û baya qeyûm ji xelkê Êlihê û ava wan nîne. Demîr diyar kir ku qeyûm bi milyaran pere li ser tiştên vik û vala xerc dike û bi milyonan pere jî daye konserên ku rê li ber asimilasyona kurdî vedikin. Demîr got li Êlihê qeyûm tiştek li ser navê kurdatiyê nake û hemû tiştên dikin li dijî nirxên kurdî ne.