Jina ku hewl da êrişî HDP’ê bike hate berdan 2023-08-22 14:57:50 EDENE - A.C. a hewl da ku êrişî avahiyê hevpar ê HDP û Partiya Çepên Kesk bike, ji hêla dageha ve bi şertê kontrola edlî hate berdan.  A.C. a hewl da ku êrişî avahiyê hevpar ê HDP û Partiya Çepên Kesk a li ser Cadeya Cemal Gursel a navçeya Seyhan a Edeneyê bike, piştî karûbarên îfadeya li Şaxa Asayîşa Midûriyeta Polîsan a Edeneyê sewqî edliyeyê hate kirin. A.C. ji hêla Dadgeriya Cezayê Sûlhê bi şertê kontrola edlî hate berdan.    A.C., di 20 tebaxê saet 10.00’an de A.C. hat pêşiya daîreya avahiyê HDP û Partiya Çepên Kesk a hevpar bikar tînin, 15 deqe sekinî û ji çenteyê xwe 3 şûşeyên pet ên medeyê teqemenî û sotemenî derxist û danî li ber derî. Êrişkar piştre ji avahî dûr ket lê ji hêla endam û rêveberên partiyê ve li gel jineke din hate girtin. Endamên partiyê ên herdû jinan li rawestgeha otobûsan a li ser cadeya Abîdînpaşa girtine radestî polîsan kirin.    A.C. pêşî birin Şaxa TEM a Midûriyeta Polîsan a Edeneyê û bi hinceta “têkiliya wê bi terorê nîn e” dewrî Şaxa Asayîşê hate kirin. Jina bi A.C. re hatibû girtin, bi hinceta ku êrişê re eleqeya wê nîn e, hate berdan. A.C. îro piştî karûbarên îfadeyê yên li emniyetê, şandin Edliyeya Edeneyê. A.C. ku birin Dadgeriya Sûlh Cezaya Edeneyê û ji aliyê dadgehê bi şertê kontrola edlî hate berdan.    Walîtiya Edeneyê têkildarî hewldana êrişê daxuyanî dabû û îdia kir ku A.C. dîn e.    'POLÎSAN MIN ŞAND'   Dema rêveberên partiyê A.C girtibûn ji wan re wiha gotibû: “Hûn kê ne? Polîsan min şandiye."