Rojnamevan Ren: Dest danîn ser nameyên me 2023-08-22 15:36:43   AMED - Nûçegihana JINNEWS'ê Derya Ren a di girtîgehê tê ragirtin, diyar kir ku dest danîne ser nameyên ew ji saziyan re şandine.    Binpêkirinên mafên ên li girtîgehan berdewam dikin. Herî dawî Nûçegihana JINNEWS'ê Derya Ren a di girtîgehê tê ragirtin destnîşan kir ku ew derbarê pirsgirêkên xwe yên li girtîgehê name ji saziyên re şandine bi hinceta "îtîbara girtîgehê biçûk dixe" hatine desteserkirin.    Ren diyar kir ku li girtîgehê heqê posteyê ji 28 lîreyan bû, kirin 37 lîre û di bihakirina duyemîn de jî bû 42 lîre. Ren da zanîn ku ji ber vê sedemê nivîsandina nameyan li girtîgehê zehmet bûye û wiha got: “Me ji OHD, ÎHD û Baroya Amedê re name nivîsand ku hem vê rewşê, hem jî rewşa xwe ya giştî ragihînin. Nameyên ku me nivîsandine, bi hinceta ku zerarê dide îtîbara girtîgehê, hatin desteserkirin.” Ren ji rojnameger û raya giştî xwest ku dengê wan bidin bihîstin.