Li Amedê TIR’ê li welatiyekî xist 2023-08-22 20:08:53       AMED - Li navçeya Yenîşehîra Amedê TIR’ê li welatiyekî xist û welatî bi giranî birîndar bû.   Li Çerxerêya Batikent a navçeya Yenîşehîra Amedê TIR’ê li zilamê ku navê wî nehat zanîn xist. Di encama lêdanê de zilam bi giranî birîndar bû. Bi gazîkirina welatiyan ambûlans û polîs hatin cihê bûyerê û zilam rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.    Hat zanîn ku gava zilam xwest derbasî aliyê din yê rê bibe, TIR’ê lê xistiye û di bin TIR’ê de asî maye. Hat hînbûn ku welatiyên ku li wir derbas dibin mudaxaleyê dikin û zilamê di bin TIR’ê de asî mayî derdixînin.    Hat zanîn ku di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.