ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2023'YAN 2023-08-23 09:00:22   * Di ser erdhejê re 6 meh derbas bûne, lê hê jî li navçeya Islahiye ya Dîlokê xaniyên xesardîtî nehatine xerakirin. Ev xanî ji bo şêniyên navçeyê bûne cihê xetereyeke mezin.    * Hevserokên DMO, ÎMO û ÇMO’yê bal kişandin ser hilweşandina avahiyên xesardîtî ku li gor rêziknameyê nayên xerakirin û destnîşan kirin ku ne şaredarî ne jî Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê di vî warî de xebateke baş nakin.    * Serokê Komeleya Hunerê ya Antakyayê Edîp Yeşîl, anî ziman ku pêşangeha bi navê "Em hatin cihekî wiha ku... Navê tu kuçeyê tune ye" a mexdûrên erdhejê, peyama dê jiyan bi awayekî kolektîf bê avakirin dide.    * Parlementera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogûllariyê diyar kir ku hewldana êrişê ya li partiya wan senaryo ye û eşkere ye ku êrişkar talîmat girtiye û ji bo têkoşîna hevpar bang kir.    * Hanim Kaya, diyar kir ku 2 sal in cenazeyê birayê wê Kasim Kaya yê li Agiriyê di şer de jiyana xwe ji dest daye, radestî wan nehatiye kirin û wiha bertek nîşan da: "Dewlet di ser cenazeyan re siyasetê dike."   * Malbatên beşdarî şahiya kampanya Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk bûn diyar kirin ku ji ber polîtîkayên şerê taybet malbatên kurd rasterast hedef tên girtin û ew ê li ber vê têbikoşin.    * Rûniştina sêyemîn a 30’emîn danişîna Doza Kobanê dê îro li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)   * Hevseroka DBP'ê Saliha Aydenîz û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar dê biçin serdana tazieya endamên Dayikên Aştiyê Adalet Safali û Perîşan Akçelîk ku li Geverê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan.  (12.00) ZINDÎ   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêşiya Wezareta Dadê dê di roja 30’emîn de bidome. (13.30)