Hatîmogûllari: Hewldana êrişê senaryo ye, êrişkar talîmat girtiye 2023-08-23 09:05:04 EDENE - Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogûllariyê diyar kir ku hewldana êrişê ya li partiya wan senaryo ye û eşkere ye ku êrişkar talîmat girtiye û ji bo têkoşîna hevpar bang kir.    Li navçeya Seyhan a Edeneyê jina bi navê A.C. di 20'ê tebaxê de hewl da êrişî avahiya ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk bi ehv re bi kar tînin. Jina ku ji avahiya partiyê çû, endamên partiyê wê li rawestgeheke otobêsê ya li Kolana Abîdînpaşayê tevî jineke din zevt kirin û ew radestî polîsan kirin. Polîsan her du jinan birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Edeneyê, lê bi hinceta ku "pêwendiya wan bi terorê re tune ye" ew ji vir birin "Şaxa Asayîşê. Jina li cem A.C.'yê jî piştî îfadeyê hat berdan, lê A.C. hê jî li Şaxa Asayişê ye.    Walîtiya Edeneyê têkildarî jina di binçavan de daxuyanî de. Walîtiyê îdia kir ku hişê A.C.yê ne temam e.    Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatîmogûllariyê êrişên li partiya wan tên kirin nirxandin. Hatîmogûllariyê diyar kir ku A.C. ji bo şewitandina avahiya partiyê hatiye û ji ber ku deriyê têketinê venebûye ev yek nekiriye. Hatîmogûllariyê êrişên berê li partiya wan hatibûn kirin bibîr xistin û got: "Kiryarên ku di sala 2015'an de bombe danşn avahiya partiya me û hevalên me birîndar kirine, nehatin girtin. Tew li gor nûçeyan, destûr hatiye dayin ku birevin Sûriyeyê. Ên êrişî avahiya me ya navçeya Yiregîrê kirin jî piştî demeke kurt hatin berdan. Kujerê Denîz Poyrazê wekî qiralan hat pêşwazîkirin û 'qaşo' tê darizandin."    Hatîmogûllariyê ji bo lêpirsîna êrişkar A.C.'yê jî ku dewrî Şaxa Asayişê hat kirin bilêv kir ku ev jî nîşan dide ku bê midûriyeta polîsan û walî çawa nêzî bûyerê didin û got: "Em jî di warê hiqûqî de çi hewce ye dikin. Em ê vê pêvajoyê hem di warê hieûqî hem jî di warekî demokratîk de bişopînin."    HIŞÊ WÊ NE LI SERÊ WÊ YE!   Hatîmogûllariyê anî ziman ku êrişa li hemberî partiya wan senaryo ye û got ku qeydên êrişê hene û êrişkar bi telefonê hevdîtin kiriye û talîmat girtiye. Htîmogûllariyê bal kişand ser polîsên ku 24 saetan li ber partiyê ne, lê hewldana êrişê ferq nekirine û got: "Awayê binçavkirina kiryarê jî gelek tiştan dibêje. Şideta polîsan a li hemberî sosyalîst, şorşeger, welatparêz, Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê li ber çava ye, lê ji ber ku me li cem êrişkarê got em ê heya dawiyê vê bûyerê bişopînin, ji me re gotin 'mezin nekin.' Walîtî jî sosret e. Piştî ku fail hat binçavkirin bi du saetan, daxuyand ku hişê failê ne temam e. Walîtî bi vî awayî xwe xistiye dewsa psîkyatrîstan û ev yek jî rê me dide ku bi vî awayî armanc dikin ku ser bûyerê bigirin. Lê gava me daxuyaniya xwe de me got 'Nebî nebî nebêjin hişê wê ne temam e û ser bûyerê negirin.' Lê em nexafilîn. Eynî wiha kirin. Ma ên hişê wan ne temam qey tim rastî me tên? Qey em paratonerê wan in? Lê hişê wan têra xwe li serê wan e."    TÊKOŞÎNA HEVPAR   Hatîmogûllariyê li dijî êrişan îşaret bi têkoşîna hevpar kir û got: "Tevî vê tariyê, tevî hîle û xurdeyên di hilbijartinê de hatin kirin, tevî encamên ne rewa jî, em hê jî hêviya guherînê û têkoşînê ne. Partiya me û hêzên şoreşger û demokrasiyê hêviya guherî ne. Lewma em bi awayekî sîstematîk rastî êrişan tên. Lê em ê bênavber têkoşîna xwe bidomînin û ruhê hêviyê belav bikin û xwe bi rêxistin bikin."    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen