Du sal in cenazeyê Kaya nedane malbatê 2023-08-23 09:05:44 WAN - Hanim Kaya, diyar kir ku 2 sal in cenazeyê birayê wê Kasim Kaya yê li Agiriyê di şer de jiyana xwe ji dest daye, radestî wan nehatiye kirin û wiha bertek nîşan da: "Dewlet di ser cenazeyan re siyasetê dike."  Di çarçoveya konsepta şer de ku desthilata AKP'ê ji sala 2015'an ve car din serî lê daye, cenazeyên kesên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane radestî malbatên wan nayên kirin. Cenazeyên ku li Saziyên Tiba Edlî (ATK) ên bajarên cuda tên sekinandin, bêyî ku nasnameya wan bê diyarkirin tên definkirin.    DU SAL IN LI BENDA CENAZEYÊ XWE NE   Kasim Kaya (Şoreş Andok) ê ji Wanê û di sala 2012'an de tevlî HPG'ê bûye, di 21'ê tîrmeha 2021'ê de li navçeya Panos a Agiriyê di şer de jiyana xwe ji dest da. Malbata wî zêdetirî 2 sal in ji bo wergirtina cenazeyê wî serî li hemû rêyên hiqûqî daye, lê belê heya niha tu tişt bi dest nexistiye.   Hanim Kaya, xwişka Kasim Kaya, anî ziman ku ji nûçeyan pê hesiyane ku birayê wê jiyana xwe ji dest daye û got ku cenazeyê birayê wê di destê dewletê de ye. Kayayê bilêv kir ku ji bo wergirtina cenaze serî li dozgeriyê dane û ji bo DNA'yê xwîn dane û got: "Piştî testa DNA'yê 6-7 mehan tu tişt ji me re nehat gotin. Ji ber vê me car din serî li dozgeriyê da. Ji me re gotin 'ji ber ku zerfa ku encama testa DAN'yê tê de bûye vekirî ji wan re hatiye bi guman e.' Ji ber vê car din ji bo testê nimûne xwestin. Me di sala 2022'yan de car din nimûne da. Lê ev qas wext derbas bûye hê jî tiştek ji me re negotine."   ‘BI QESDÎ NADIN'   Kaya anî ziman ku li Agiriyê tim bi daxwaznameyan serî li dozgeriyê didin û got: "Me heya niha gelek daxwazname dane. Lê ji me re tu tişt negotin. PIştî ku me israr kir gotin testa DNA'yê li Bûrsayê ye û encama wê diyar bûye. Lê gava me hevdîtin bi dozgeriya Agiriyê re kir, ji me re gotin tu encamek negihaştiye ber destê wan. Em jî li bendê ne."    Kaya destnîşan kir ku bi qesdî cenazeyê wan radestî wan nayê kirin û got: "Dixwazin malbat tim li benda cenaze be. Dixwazin şîna malbatê dirêjtir bibe û perîşan bibe. Gava mirov di warê mirovahiyê de lê mêze bike, ev nayê qbeûlkirin. Ev di tu dînan de jî tune ye. Gava kesek jiyana xwe ji dest bide, her tişt ji holê radibe. Ya dikin bêwijdanî ye. Wekî din ne tu tişt e."    Kaya ku got "dewlet di ser cenazeyan re siyasetê dike û îşkenceyê li malbatan dike" wiha dawî li axaftina xwe anî: "Nahêlin malbat cenazeyên zarokên xwe defin bikin û şîna xwe deynin. Dibêjin 'em dewleteke misilman in', lê bi kirinên xwe îslamiyetê red dikin. Tenê daxwazek me heye; em cenazeyê xwe dixwazin. Du sal derbas bûne, lê deh sal jî derbas bibin em ê dest jê bernedin. Wan li goristana bêkesna defin dikin û Wiha difikirin ku ger wext di ser re derbas bibe dê malbat jibîr bike. Lê birayê me ne bêxwedî ye. Malbateke wî heye û qethiyen em ê dest jê bernedin. Gelek malbatên wekî me hene. Em bang li wan dikin ku dest jê bernedin û cenazeyên zarokên xwe wergirin."    MA / Omer Akin