Pêşangeha mexdûrên erdhejê: Jiyaneke kolektîf pêkan e 2023-08-23 09:06:27 ENQERE - Serokê Komeleya Hunerê ya Antakyayê Edîp Yeşîl, anî ziman ku pêşangeha bi navê "Em hatin cihekî wiha ku... Navê tu kuçeyê tune ye" a mexdûrên erdhejê, peyama dê jiyan bi awayekî kolektîf bê avakirin dide.  Kolektîfa Hunerê ya Antakyayê, Komeleya Hunerê ya Antakyayê û mexdûrên erdhejê li Navenda Giştî ya Odeya Mîmaran a Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmrana (TMMOB) a Enqereyê bi navê "Em hatin cihekî wiha ku... Navê tu kuçeyê tune ye" pêşangeheke wêne, helbest û nivîsand li dar xistin. Di pêşangehê d eku bi kuratoriya Adil Okay ê ji navçeya Antakya ya Hatayê hat lidarxistin, 30 wênegir û 20 helbestvan û nivîskar bi berhemên xwe cih girtin. Di pêşangehê de nameyên alîkarî û nameyên jib o piştgiriyê ji Girtîgeha Sîncanê ya Jinan hatin şandin jî cih girtin.    Pêşangeh ji pênc beşan pêk hat: "Rûxandin", "Enqazên bi tiliyan hatin kolandin", "Bi derengî be jî alîkariya ku hay", "Başkirin" û "Serîhildan".    Serokê Komeleya Hunerê ya Antakyayê Helbestvan-Nivîskar Edîp Yeşîl bal kişand ser girîngiya pêşangehê.    MEKANÊ BÎRÊ   Yeşîl destnîşan kir ku ji ber ku ders ji erdheja Marmarayê ya 1999'an nehatiye girtin, di erdhejên Mereşê de rûxandineke ev qasî mezin çêbûye û ev tişt gotin: "Em bi hêza başkirinê ya hunerê bawer dikin. Çendî 24 sal di ser erdheja 1999'an re derbas bûne jî, lê em di 6'ê Sibatê de bi erdhejeke gelekî mezin re rû bi rû man. Nexwe li vir pirsgirêkeke bîrê heye. Armanceke sereke ya vê pêşangehê jî, afirandina bîreke kolektîf a li ser esasê nejibîrkirinê ye. Mekanekî me yê bîrê yê têkildarî erdhejê tune ye. Armanceke vê pêşangehê jî ew e ku tevkariyê ji bo çêkirina mekanekî bîrê bike."    PEYAMA JIYANEKE KOLEKTÎF   Yeşîl anî ziman ku ew jî mexdûrên erdhejê ne û wan vê pêşangehê tevî mexdûrên erdhejê bê fon û sponsoriyê çêkiriye û wiha domand: "Me Kolektîfa Huner ya Antakyayê ewilî me bang li hunermendê xwe kir ku "Werin rastiya li Antakyayê bibînin û em îstişare bikin ku em ê karibin çi bikin.' Piştî vê bangawaziyê gelek hunermendên me hatin. Pêvajo bi vî awayî dest pê kir. Paşê me bang li dostên xwe yên wênegir jî kir û dostên me yên wênegir jî bi wêneyên xwe beşdar bûn. Ev xebateke kolektîf e. Her wiha mirov dikare wekî peyameke 'dê jiyana li wir çawa car din bê avakirin' lê mêze bike. Ji lew re di hemû merhaleyên vê pêşangehê de mexdûrên erdhejê hene û peyama ê jiyan bi awayekî kolektîf bê avakirin dide."   Yeşîl bilêv kir ku pêşangeh di salvegera erdheja 17'ê Tebaxê de hatiye vekirin û got: "Divê rastiya erdhejê neyê jibîrkirin. Lewma girîng e ku bîreke wiha bê çêkirin û tim di rojevê d ebe. Pêşangeha me dê di 7'ê Îlonê de li Kongreya Zanistê ya Karabûrûn a Îzmîrê, di 10'ê Îlonê dê dîsa li Îzmîrê  û di dawiya meha Îlonê de jî dê li Mêrsînê û di 6'ê Çileya 2024'an d ejî dê li ÎFSAK a Stenbolê bê vekirin. Em hêvî dikin ku ev rastiya erdhejê veguhere bîrekê."    MA / Yusra Batihan