'Li Amedê hilweşandina avahiyan li gorî rêziknameyê nayê kirin' 2023-08-23 09:07:12   AMED - Hevserokên DMO, ÎMO û ÇMO’yê bal kişandin ser hilweşandina avahiyên xesardîtî ku li gor rêziknameyê nayên xerakirin û destnîşan kirin ku ne şaredarî ne jî Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê di vî warî de xebateke baş nakin.    Piştî erdheja ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê bû, li Amedê gelek avahî hatin valakirin. Li Amedê 3 hezar û 200 avahiyên pirxresardîtî û li ser 2 hezar 500’an jî yên nîvxesardîtî hene. Ev avahî, li benda xerakirinê ne. Ji bo avahiyên xesardîtî yên hatine valakirin tu tevdîr nehatiye girtin û gelek welatî peya û bi wesayîtan di ber wan re diçin û tên. Her wiha di dema hilweşandinê de jî, ji bo tozê av li wan nayê kirin û ji ber vê bajar di nava tozê de dimîne. Li gel vê, ji ber nehilweşandinê xetereya asbestê jî xwe dide der.    Hevserokê Odeya Avahîsazên Amedê (DMO) Ferît Karaman, Hevserokê Şaxa Odeya Endezyarên Înşaatê (ÎMO) ya Amedê Mahsûn Çiya Korkmaz û Hevseroka Şaxa Endezyarên Hawirdorê (ÇMO) ya Amedê Nûjiyan Yildirim avahiyên xesardîtî yên Amedê de axivîn.    Hevserokê Şaxa ÎMO ya Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz diyar kir ku divê avahiyên nîvxesardîtî bên valakirin. Korkmaz da zanîn ku li gor agahiyên ku wan ji qadê wergirtine, hê jî gelek avahiyên nîvxesardîtî nehatine valakirin û wiha got: “Ev metirsiyeke mezin e. Ji ber ku divê avahiyên nîvxesar bên xurtkirin. Ev avahiyên ku di statuya nîvxesariyê de ne, piştî salekê dibin pirxesar. Ji ber ku ew xeterek mezin çêdike, pêdivî pê heye ku wezîr bêtir lêkolînê bikin.”   ‘EM Ê VÊ PÊVAJOYÊ BI RÊYÊN QANÛNÎ BIŞOPÎNIN’   Korkmaz anî ziman ku piştî erdheja meha sibatê hilweşandina avahiyên ku zirar dîtine dereng dest pê kir. Korkmaz anî ziman ku 3 hezar û 200 avahiyan zirareke mezin dîtiye, zêdeyî 2 hezar û 500 avahî jî kêmxesar in. Korkmaz destnîşan kir ku hilweşandina avahiyan jî pir bêkontrol tê kirin û wiha berdewam kir: “Dixwazim diyar bikim ku rêziknameya ku di pêvajoya avakirina avahiyan de tê amadekirin, di heman demê de rêziknameya têkildarî hilweşandina avahiyan e jî.Lê li gorî dîtinên me yên li qadê, hilweşandin li gorî vê rêziknameyê ku ji hêla Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ve hatî derxistin, nayê kirin. Mînak, di dema vê hilweşandinê de, ji qata jêr ya avahiyê hilweşandin nayê destpêkirin, hilweşandin ji qata herî jor tê destpêkirin û ber bi jêr ve tê. Ji bo ku ewrekî ji tozê çênebe li dora wê tor (fîle) tê kişandin. Li vir, ji hilweşandinê wêdetir,hewl didin stûna binî hilweşînin û bitebiqînin. Ev yek xeteriyeke mezin bi xwe re tîne û sûc tê kirin. Me ji şaredariyên peywirdar û qeymeqamtiyê re nivîsî lê tu bersiv nehat. Ger hilweşandin li dijî hiqûqê bidome, em ê vê pêvajoyê bi rêyên qanûnî bişopînin."   ‘AVAHIYÊN NÎVXESAR GELEK BI PIRSGIRÊK IN’   Hevserokê Şaxa DMO'ya Amedê Ferît Kahraman jî diyar kir ku avahiyên ku herî zêde pirsgirêkan çêdikin, avahiyên nîvxesar in. Kahraman anî ziman ku di temîrkirina van avahiyan de gelek zehmetiyên aborî rû didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo xebatên temîrkirina avahiyên nîvxesar bên kirin, divê ji şaredariyê ruxset û îcazeya xurtkirinê bê standin. Dema serlêdana ruxsetê tê kirin, divê projeyên xurtkirina van avahiyan ji hêla pisporan ve bên amadekirin. Ji ber vê yekê, ev hemî bargiraniyek darayî li ser xwediyê milk çêdike. Dema ku em li çarçoveya tesbîtên ku me li qadê dane dinêrin, tê dîtin ku piraniya avahiyên ku nîvxesar dîtine bê ruxset bûne û gelek ji wan jî di heman demê de bi qaçaxî hatine çêkirin. Ji ber vê yekê, derxistina ruxsetê ya ji bo van avahiyan gelek zehmet e. Divê bi destê dewletê şaredarî û Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê vê pêvajoyê bi rê ve bibin.”   MALBATÊN KU DI MALÊN NÎVXESAR DE DIMÎNIN HIŞYAR KIR   Karaman diyar kir ku di warê peydakirina xaniyan de pirsgirêkên micid hene û got ku nebûna xaniyan ku bi taybetî piştî erdhejê bihabûna kirê vê pirsgirêkê girantir dike. Karaman destnîşan kir ku hatina zivistanê jî li ber çavan digirin û divê piştî erdhejê ev pirsgirêk bihata çareserkirin. Karaman bi domdarî wiha got: “Tê dîtin ku piştî niha dê bibe sedema pirsgirêkên girantir. Her çend rayedarên dewletê li vir peywira xwe bi cih neynin jî, her çend ji aliyê dewletê ve ji bo çareseriya vê pirsgirêkê xebat nehatibe kirin jî, em hewce dibînin ku herî kêm di warê ewlehiya jiyanê de welatiyan hişyar bikin. Em dixwazin hişyariyê bidin gel ku beriya xebatên xurtkirinê biqede, avahiyên ku nîvxesar in bikar neynin."   ‘NEXWEŞÎ HETA 10 SAL DIN DÊ ZÊDE BIBE’   Hevseroka ÇMO’yê Nûjiyan Yildirim jî, diyar kir ji bo avahiyên tên hilweşandin bênavber bên avdan wan gelek hewl dane. Yildirim da zanîn ku di dema hilweşandinê de DÎSKÎ’yê her tim dest bi qutkirina avê kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger avdanî bênavber neyê kirin, ev yek dê hem bandoreke mezin li jîngehê hem jî li tenduristiya giştî bike. Li ser vê mijarê ne şaredarî ne jî Midûriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê lêkolînên berfireh nakin. Wêrankirina bê kontrol berdewam dike û ji ber vê yekê, her çend bandora asbestê hem li ser tenduristiya gel û hem jî li ser tenduristiya hawîrdorê neyê dîtin jî, bandorên hem li ser astimê û hem jî li ser nexweşiyên kronîk dê di nav 10 salan de zêde bibin."   MA / Bazîd Evren