Li Islahiyeyê hê jî avahiyên xesardîtî nehatine xerakirin 2023-08-23 09:09:21 DÎLOK - Di ser erdhejê re 6 meh derbas bûne, lê hê jî li navçeya Islahiye ya Dîlokê xaniyên xesardîtî nehatine xerakirin. Ev xanî ji bo şêniyên navçeyê bûne cihê xetereyeke mezin.    Li navçeya Islahiye ya Dîlokê ku bandoreke mezin ji erdhejên Mereşê yên 6'ê Sibatê girt, li gor hejmarên fermî hezar û 368 kes jiyana xwe ji dest dan. Di erdhejê de nîviyê navçeyê hilweşiya. Li navenda navçeyê kêm avahiyên nehilweşiyayî hene, lê piraniya wan jî xesardîtî ne. Ev avahiyên xesardîtî yên nehatine xerakirin, ji bo şêniyên navçeyê bûne cihê xetreyeke mezin. Her wiha heya niha gelek avahiyên xesardîtî jî xw ebi xwe hilweşiyane.  Li navçeyê gelek avahiyên xesardîtî yên nehilwşeiyayî hene, lê makîneyên karî yên dixebitin pir kêm in. Çendî 6 meh di ser erdhejê re derbas bûye, hê jî gelek avahiyên xesareke mezin girtine wekî xwe ne. Şêniyên navçeyê ku em bi wan re axivîn diyar kirin ku piştî hilbijartinan hilweşandina xaniyan bi awayekî giran berdewam dike. Ev yek ji makîneyeke ku li ser kavilan dixebite jî xwe dide der.      Her wiha loi derdora avahiyên xesardîtî jî tu tevdîr nehatine girtin. ŞÊniyên navçeyê peya û bi wesayîtan di ber van avahiyan re derbas dibin. Çendî di qanûnê de hatiye diyarkirin ku divê li derdora avahiyên xesardîtî tevdîr bê girtin jî, li navçeyê tiştekî wiha tune ye.      Li navçeyê ji van avahiyên xesardîtî yeke stûnşikestî ye ku heya niha bi tu awayî mudaxile lê nehatiye kirin. Ev avahî, li ber rê ye û her roj gelek kes di ber re diçin û tên.    Şêniyên navçeyê derpêş kirin ku desthilat û şîrketên avahiyan xera dikin ji ber bihabûna sotemeniyê li hev nekirine û şîrket ji ber vê karê xwe bi derengî dixe.    MA / Mahmût Altintaş