Benek a ji bo hevdîtinê diçû û dê rê de qeza kir: Ev bû 5 sal me xwişka xwe nedîtiye 2023-08-23 11:08:27 MÊRSÎN - Girtî Fecriye Benek li Girtîgeha Bayburtê tê ragirtin û dema xwişka wê Meryem Benek diçû serdana wê, di rê de qeza kir. Meryem Benek da zanîn ku ev 5 sal in nikarin xwişka xwe bibînin û ji bo xwişka wê sewqî girtîgeheke nêz bê kirin gelek serlêdan kirine lê tevek bêencam mane.    Girtîgehên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi zext, binpêkirinên mafan û sepanên keyfî û îşkenceyê di rojevê de ne. Di van demên dawî de sewqkirina li girtîgehên cuda weke sepaneke cezakirinê ya nû derketiye pêş û gelek zêde dibe. Girtî, li bajarên dûrî malbatên wan tên sewqkirin û bi vê yekê re malbatên wan tên cezakirin. Malbatên ku ji ber rewşa aboriyê nikarin biçin serdanê, mexdûr dibin û gelek caran jî qezayên trafîkê derbas dikin.    Dayika bi navê Garîbe Aslan, di 18’ê tebaxê de çû serdana kurê xwe yê li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê tê ragirtin û di dema vegerê de qeza kir û jiyana xwe ji dest da. Duh jî dema malbata Fecriye Benek a li Girtîgeha Tîpa Ma Bayburtê diçû serdanê li Meletiyê qeza kir. Dema malbat ji Mêrsînê diçû Bayburtê qeza kir û di qezayê de Emîne Ozgur û Meryem benek ku xwişkên hev in birîndar bûn. Her du xwişk rakirin nexweşxaneya Meletiyê û piştî tedawiyê jî ji nexweşxaneyê derketin.    Meryem Benek ku vegeriya Mêrsînê, qala roja qezayê kir.    EV 5 SAL IN NIKARIN BIÇIN HEVDÎTINÊ   Benek, da zanîn ku xwişka wê di sala 2012’an de li Amedê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û 16 sal cezayê hefsê lê hatiye birîn. Benek, wiha domand: “Piştî girtinê ji ewil li Amedê hate ragirtin, piştre sewqî Sêrtê û herî dawî jî şandin Girtîgeha Bayburtê. Ev bû 5 sal em nikarin biçin serdana xwişka min. Beriya niha bi 2 salan pandemî hebû lewma me qet nekarî biçin. Piştre jî wextê hevdîtinê daxistin nîv saetê. Ji Mêrsînê bo Bayburtê raste rast otobûs nînin lewma me gelek zehmetî kişand û bi salan nekarî biçin. Herî dawî di 21’ê tebaxê de ez, kurê min û du xwişkên min bi wesayîta taybet çûn. Saet derdora 23.00’an li ser rêya Meletiyê me qeza kir lewma me nekarî biçin. Wê şevê em li nexweşxaneya Meletiyê man. Piştî taburcu bûn jî em vegeriyan Mêrsînê. Ji ber vê me dîsa nekarî xwişka min bibînin.”    SERLÊDANÊN SEWQKIRINÊ NEHATIN BERSIVANDIN   Bi domdarî Benek diyar kir ku gelek caran ji bo xwişka wî li girtîgeheke nêz were sewqkirin serlêdan kirine û wiha pê de çû: “Me bi dehan caran serî li Wezareta Dadê, Mid^riyeta Girtîgeha Bayburtê û Serdozgeriya Bayburtê da û xwest sewqî Mêrsînê yan jî bajarekî nêz were kirin. Tu dever neman ku me serî lê nedabe. Lê tevekan jî red kirin. Hemû derî li ser me hatin girtin. Ji ber ku min pir zêde daxwaznameyên sewqkirinê nivîsandin, Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bangî min kir û got; ‘tu çima ewqas daxwaznameyên sewqkirinê dinivîsî?’ Ev bû 5 sal yek kes jî neçûye serdana xwişka min. Pir dûrî Mêrsînê ye û otobûs yekser naçin wê derê. Lewma em zehmetiyê dikişînin. Em du rojan di rê de dimînin. Dayik û bavê min kal bûn lewma nedikariyan biçin. Bavê min hêj Fecriye nedîtî rehmet kir. Ji bo ku hêj dayika min nemirî carekê be jî keça xwe bibîne, min gelek daxwazname nivîsandin lê destûr nedan. Dayika min jî hêj keça xwe nedîtî rehmet kir.”    JI BER KU PERE ŞANDIN DOZ LÊ HATE VEKIRIN   Di berdewamê de Benek da zanîn ku ji ber ji xwişka xwe re pere şandine derheqê wê de bi îdiaya “alîkariya madî dide rêxistinê” doz lê hatiye vekirin û ev tişt anî ziman: “Serdozgeriya Komarê ya Bayburtê ji ber ku min bo xwişka xwe pere şandine, derheqê min de doz vekir. Di destê xwişka min de platîn heye û divê dermanên xwe bi taybet bi kar bîne. Her wiha fatûreyên ceyranê zêde tên. Li girtîgehê her tişt 3 qet bihatir e. Ez neçarim jê re bişînim û dê bişînim jî. Zexta psîkolojîk li malbat û girtiyan dikin. Girtiyan dişînin cihên dûr û dixwazin wan ji têkoşînê sar bikin. Dixwazin girtiyan bi tenê bihêlin û malbatên wan jî bêzar bikin. Şerekî psîkolojîk e. Malbatan ji hêlên madî û manewî ve dixin rewşeke zehmet. Bi van sewqan dixwazin hem malbatan hem jî girtiyan ceza bikin. Lê çi bikin jî ne girtî ne jî malbat ji têkoşînê sar nabin. Berevajî vê têkoşîna xwe mezintir dikin. Ev polîtîkayên wan vala derdikevin. Tekane daxwaza me ew e ku xwişka me sewqî girtîgeheke nêz bikin.”    MA / Dîlan Akyol