Li Dîlokê 2 ciwan hatin binçavkirin 2023-08-23 11:34:02   DÎLOK - Di encama serdegirtinên malan ên li Dîlokê de 2 ciwan hatin binçavkirin.    Duh di danê êvarê de polîsan li Dîlokê bi ser malên endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) de girtin. Di encama serdegirtinên malan de Mîhrîban Aslan ku di heman demê de namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Dîlokê bû û Hatîce Ozaslan hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina wan nehat zanîn û ji bo dosyaya wan biryara nepeniyê hate dayîn. Hat zanîn ku binçavkirî li Şaxa TEM’a Dîlokê tên ragirtin.    Parêzerê Mîhrîban Aslan şêvê din li TEM’ê bi miwekîla xwe re hevdîtin kir. Aslan, di hevdîtinê de diyar kir ku bi hinceta nivîsa “Ji bo Pirsûsê Edalet” hatine binçavkirin û li TEM’ê lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin. Her wiha hat diyarkirin ku di dema serdegirtinên malan de polîsan dest danîn ser rojnameya Atilimê û kincên Mîhrîban Aslan ên di dema nivîsê de li xwe kiribûn.