Malbata Ozalp ê girtî: Ji ber derman nedanê rewşa wî giran bûye 2023-08-23 12:43:04 ÎZMÎR - Xetereya li ser jiyana Yilmaz Ozalp ê di Girtîgeha Şakranê de krîza dil derbas kir didome. Malbatê diyar kir ku dermanên wî nadinê rewşa wî giran bûye û li dozgeriyê giliyê vê yekê hat kirin.  Yilmaz Ozalp ê li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê ya Jimara 1’an a Tîpa T’yê dihat ragirtin roja 5’ê tebaxê krîza dil derbas kir. Ozalp ê rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê Çîgliyê hê jî tedawiya wî didome. 18 roj in di beşa venêrîna awarte de tê dermankirin û hat zanîn ku xetereya li ser jiyana wî jî didome. Hat diyarkirin ku ji ber ku Ozalp di beşa venêrîna awarte de enfeksiyon girtiye nayê emeliyatkirin.    Ozalp di 1’ê çileya 2022’yan de ji ber ku salek û 7 meh cezayê wî hat erêkirin ji ber sûcê "propagandaya rêxistinê kiriye” û “heqareta li Serokomar kiriye" doz lê hatibû vekirin, hatibû girtin. Ozalp ku nêzî 8 mehan di girtîgehê de ma, di meha nîsanê de krîza dil derbas kiribû. Ozalp ê ku piştî anjiyoyê 3 roj şûnde birin girtîgehê, ji rayedarên girtîgehê bersiva "Nêzî dema derketina ji girtîgehê ye, dema ku hûn derkevin dê bên dermankirin" girt. Ozalp piştî ku di 5'ê tebaxê de krîza dil derbas kiribû.    Înfaza Ozalp ji ber sedema entubeyê sê mehan hat taloqkirin. Malbata Ozalp têkildarî xemsariyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê da û giliyê xemsariyê kir.      Ozalp ê di beşa venêrîna awarte de tê ragirtin enfeksiyon pê re çêbû û ji ber vê yekê nayê emeliyatkirin. Tenê dermanên enfeksiyonê didinê.    Dayika Ozalp, Nezîme Ozalp û bavê wî Ekrem Ozalp destnîşan kirin ku tenduristiya lawê wan ji ber şert û mercên girtîgehê û xemsariya rayedaran xerab bûye û ketiye vê rewşê.   ‘GELO EV EDALET E?’    Ekrem Ozlap anî ziman ku beriya lawê wî bê girtin tu nexweşiyek wî nebû û got: “Tişta k li lawê min tê kirin bêedaletî ye. Em vê bêdaletiyê qebûl nakin. Ez ji rayedaran dipirsim, gelo ev tişta hûn dikin edalet e? Dermanê wî yê dil nedanê. Rêveberiya girtîgehê nedanê. Sedema ku lawê min hatiye vî halî xemsariya dewletê û rayedaran heye. Ez dawekara vê yekê me. Ez ê dest ji doza xwe bernedim.”    ‘NEHIŞTIN EZ BI DESTÊ LAWÊ XWE BIGIRIM’    Nezîme Ozalp jî anî ziman ku lawê wê terkî mirinê hatiye kirin û got: “Ez çûm nexweşxaneyê ku lawê xwe bibînim. Leşker li ber serî wî bû. Min xwest bi destê wî bigirim, lê leşkeran nehişt. Du deqîqe min li ber serê wî hiştin. Paşê jî derketim. Ji ber dermanê wî nadinê, rewşa wî giran bûye. Ez dixwazim wî baş bikin. Çawa spî saxlem ketiye hepsê bila kurê min wisa teslîmî min bikin. Ez ê wek dayika wî dest ji doza wî bernedim.”    MA / Delal Akyuz