Dê Lijneya Hakem a Peywirdarên Cemaweriyê biryara rêjeya zemê bide 2023-08-23 08:54:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 3’yemîn hevdîtinên Peymana Kar a Komî ya Cemaweriyê ku KESK û Kamu-Sen di nav de nîne jî encamek derneket. Dê Lijneya Hakem a Peywirdarên Cemaweriyê biryara rêjeya zema ji bo karmendan bide.    Sêyemîn hevdîtinên Peymana Komî ya Cemaweriyê ku salên 2024-2025’an ên bi milyonan memûr û memûrên teqawid digire nava xwe, bêyî tevlibûna Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Konfederasyona Sendîkayên Xebatkarên Cemaweriyê ya Tirkiyeyê (Turkiye Kamu-Sen) hatin lidarxistin. Malovaniya hevdîtinan Wezareta Xebat û Ewlekariya Civakî kir û Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Memûran (Memûr-Sen) Alî Yalçin di hevdîtinan de cih girt.    Şandeya Karmendan a Cemaweriyê û Memûr-Senê di mijara zema ji bo salên 2024-2025’an li hev nekirin lê aliyan di 11 baskên xizmetê de lihev kirin. Yalçin, piştî hevdîtina dawî ya Peymana Komî ya Cemaweriyê daxuyanî da û wiha got: “Di mijara rêjeyê de me lihev nekir. Dê mijara rêjeyê biçe ber destê lijneya hakem. Lê di 11 baskên xizmetê de destkeftiyên baş çêbûn. Bila li ser xêrê be.”