Doza Kobanê: Kompasa ‘X’ a emniyetê derket holê 2023-08-23 14:12:25 ENQERE - Siyasetmedar Mesût Bagcik di Doza Kobanê de mafê axaftinê girt û diyar kir ku kesên li ser telefonê pê re axivî ye di dosyayê de weke “X jin-zilam” hatine destnîşankirin û wiha got: “Tevî ku ev kes endamên PM’ê ne jî navên wan nehatine nivîsandin.”    Rûniştina sêyemîn a danişîna 30’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê li dozê dinêre.    Siyasetmedar Mesût Bagcik bi negirtî tê darizandin, siyasetmedarên jin ên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin û parêzer tev li danişînê bûn.    XEBATÊN WEKE ‘SÛC’ HATINE NÎŞANDAN VEGOT    Parastina siyasetmedar Mesût Bagcik di roja sêyemîn de jî berdewam kir. Bagcik, bal kişand ser dosyaya di sala 2016’an de li Çewlikê derheqê wî de hatiye vekirin. Bagcik, got ku ji ber xebateke Komîsyona Perwerdeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatiye darizandin û wiha domand: “Ez endamê DBP’ê bûm lê ne di komîsyona perwerdeyê lê di ya rêxistinkirinê de bûm. Di hemû partiyên siyasî de endamên Meclisa Partiyê (PM) li her deverê xebatên xwe dikin. Lê xebatên me bûne mijara darizandinê. Akademiya ku weke sûc tê nîşandan, di rêziknameya partiyê de heye. Lê weke ku tiştekî ji wê cuda be hatiye nîşandan. Perwerdeya nava partiyê, mufredat û gelek mijarên din ji hêla rêvebernameya perwerdeyê ve tê diyarkirin.”   ‘XEBATÊN MIN MAFEKÎ QANÛNÎ YE’   Bi domdarî Bagcik ev tişt anî ziman: “Li gorî rêziknameya partiyê heke ji bilî komîsyona xwe ez di komîsyoneke din de cih bigirim, ev dibe sûc. Lewma mimkin nîne min di wir de cih girtibe. Her komîsyon cuda ye û xwedî heman statûyê ye. Tu kes fermanan nade û mudaxileyî xebatan nake. Ji xwe li gorî rêziknameyê ev sûc e. Min heta niha tu sûcên disiplînê nekirine. Min tenê di komîsyona birêxistinkirinê de cih girt. Hemû xebatên min, mafê min ê destûra bingehîn e.    NAVÊN PÊ RE HEVDÎTIN KIRINE WEKE ‘X’ HATINE NIVÎSANDIN    Çûna min a Çewlikê nayê wateya tevlibûna min a xebatên komîsyona perwerdeyê. Wê demê hevserokên Çewlikê hatibûn girtin û em jî ji bo kongreya awarte çûbûn. Min jî xebatên kongreyê meşandin.” Bagcik, dîroka kongreyê û nîşeyên din weke belge pêşkeşî dadgehê kir. Bagcik, axaftina xwe wiha domand: “Her wiha min bi xebatkarên partiyê re hevdîtin kir. Ev jî weke sûc hatiye nîşandan. Min bi dehan kesan re hevdîtin kir û heke dadgeha bixwaze amade ne ku şahidiyê bikin. Hevdîtinên min ên li ser telefonê jî di dosyayê de cih girtine. Kesên min pê re hevdîtin kirine jî weke ‘x jin-mêr’ hatine destnîşankirin. Vê yekê bi zanebûn dikin. Ez ê bêhneke din yek bi yek ji we re bibêjim bê ka ev kî ne. Ev yek, ji bo xapandina dadgehê hatiye kirin. Tevî ku dizanin ev kes kî ne, bi vî awayî hatine nîşandan.    KOMPASA EMNIYETÊ TEŞHÎR KIR    Çar hevdîtinên li ser telefonê di dosyayê de weke sûc hatine nîşandan. Ev her çar kes rêveberên fermî yên partiyê ne. Kesek nikare hevdîtina bi wan re weke sûc nîşan bide. Tevahiya axaftinan jî têkildarî xebatên partiya siyasî ne. Ji bo têkildarî rêxistinên derqanûnî de be, divê tundî, gef û rewşên di biryarên Dadgeha Bilind de cih digirin hebin. Lê hevdîtinên telefonan hatine berevajîkirin û pê lîstine. Anku hêmayên sûc ên çêker hatine afirandin. Ev darizandina bi sala ye didome, bêhiqûqtî ye.”    Bagcik, navên kesên weke “X jin-mêr” hatine destnîşankirin jî got. Bagcik, anî ziman ku ji van kesan 3 jê endamên PM’a DBP’ê û yek jî Hevseroka HDP’a bajar e û navên wan got.   HEVDÎTIN JI DADGEHÊ PIRS KIR    Di berdewamê de Bagcik ev tişt anî ziman: “Kesên lêpirsînê didomînin baş dizanin bê ka ‘X jin-mêr’ kî ne. Lê li şûna navên wan ‘X’ ê bi kar tînin da ku sûcekî biafirînin û mirovan manîpule bikin. Ev, kompaseke. Ez dixwazim ji şandeya we vê bipirsim; ev axaftinên li ser telefonê min kirin çawa dibin axaftinên derqanûnî? Hûn dê bibînin ku ne di dema axaftinê de û ne jî piştî axaftinê tu rewşên derqanûnî çênebûne. Jixwe heke hebûya dê bixina nava dosyayê.    PERWERDEYA RÊZIKNAMEYÊ WEKE SÛC HATE NÎŞANDAN   Ez û ev kesên min pê re hevdîtin kiriye di heman komîsyonê de cih digirin. Em li ser kongreyê axivîn.” Bagcik, piştre jî naveroka hevdîtinan xwend. Bagcik, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tenê yek tiştekî derqanûnî tê de tune ye. Axaftineke me ya têkildarî perwerdeya rêzikname û bernameyê de weke sûc hatiye nîşandan. Mafê me nîne ku komîsyonên me yên perwerde û birêxistinkirinê hebin û em têkildarî rêzikname û bernameyê perwerdeyê bidin lê yên partiyên din hene! Piştre jî qala hemwlatiye wekhev dikin. Hemû metnên hatine nivîsandin alîgir in û min duh bi belgeyan îspat kir ku hema hema tevahiya kesên amade kirine jî FETO’yî ne. Dibe ku min agahî û belgeyên xelet an jî kêm parve kiribin lewma dixwazim hûn jî lêkolîn bikin.    DI GUHDARÎKIRINA CIH DE TUNE YE!    Heke me sûcek kiribe, nikarim ji bo cezayê tê dayîn tiştekî bibêjim. Lê li holê sûcek tune ye. Tê îdiakirin ku perwerde di navbera 6’ê sibatê û 3’yê adarê de hatiye kirin lê têkildarî wê tenê yek tapeya min nîne. Her wiha tenê yek qeyda deng a dema li wê derê dihat guhdarîkirin a aydê min tune ye. Gelo ma heke ez tev li bûbûma, deng an jî hevdîtineke min a telefonê dernediket? Bi gotineke din, di 30 rojên perwerdeyê de tenê yek hevdîtina min tune ye. Ev yek nîşan dide ku di komîsyona perwerdeyê de nînim. Heke di partiyeke din de bûma dê bihatima xelatkirin lê li vir destên min kelemçe dikin. Gelo bi vê yekê peyamê didin ku kesek neyê partiya me? Ma heqê kesekî li ser vê heye? Tiştek pir bi hêsanî eşkere dibe bê ka kompas e yan na. Ji ewil bingeh tê amadekirin û piştre xwe li ser tê hilavêtin. Hêj dosya nehatibû ber destê min ku çapemeniyê parve kir. Serok, mîna belgeselê vegotin mîna belgeselê. Gelo ev dosya da çapemeniyê?”    Şandeya dadgehê heta saet 13.45’ê navber da danişînê.