Aydenîz di şîna Dayikên Aştiyê de axivî: Kîna me ji êşa me mezintir e 2023-08-23 15:24:46 COLEMÊRG - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û şandeya bi wan re çûn serdana şîna Dayikên Aştiyê ku di qezayê de wefat kiribûn.    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û şandeya bi wan re çûn serdana şîna Dayikên Aştiyê Adalet Safali, Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk a li gundê Şahê yê Geverê ku ji bo îfadeya dozgeriyê çûbûn Colemêrgê û dema vedigeriyan Geverê di rê de qeza kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn.    'TÊKOŞÎNA JI BO KURDISTANA AZAD'    Hevseroka Giştî ya DBP'ê Aydenîz di serdanê de axivî û polîtîkayên mêtingeriyê yên bi sedsalan ên li ser kurdan bi bîr xist û got: "Ji gelê kurd re sersaxiyê dixwazin. Ev qezaya trafîkê encama polîtîkaya dewleta tirk e. Gelê kurd û dayikên wan gelê bi salan e ji bo aştiyek bi rûmet û Kurdistanek azad têdikoşin. Bi salan e dayikên aştiyê laçik spî têdikoşin. Li kolan û taxan aştiyê parastin û têkoşînê berdewam kirin. Em soz didin wan ku em ê wan laçikên spî her tim bilind bikin ezmanan. Îro êşa me mezin e, lê kîna me pir zêde ye. Heta ku ev têkoşîn bigihêje encamê, em ê li ser şopa wan bimeşin."   'EW ŞEHÎDÊN KURDISTANÊ NE'    Şande piştî serdana şînê li gel Dayikên Aştiyê çûn serdana goristanê. Meclisa Dayika Aştiyê ya Wanê Zekiye Kaya li ser gora dayikan axivî û wiha got: "Duh du dayikên me yên hêja ku bi salan e aştiyê dpiarastin, jiyana xwe ji dest dan. Dayikên me ji bo aştî û edaletê têdikoşin. Ev şehîdên Kurdistanê ne. Em ê heta dawiyê têbikoşin. Ez hêvîdarim wê di demek kin de aştî were vî welatî û em jî werin ser gorên we û bêjin aştî mayînde bûye."