'Bila tayînkirina sûcdarê tecawizê Asim Sultanoglû were betalkirin’ 2023-08-23 16:13:38 RIHA - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê xwest Midûrê Perwerdeyiyê ya Bajêr Asim Sultanlioglû ku navê wî di Doza Weqfa Ensarê de derbas dibe, ji bo betalkirina tayînkirina wî daxuyanî da.    Di sala 2016’an de li Karamanê 45 zarok bi tecawizê re rû bi rû hatibûn hiştin. Têkildarî bûyerê derbarê Weqfa Ensarê de doz hatibû vekirin. Ji sê rêveberên weqrê yek jê Asim Sultanoglû ye û wek Midûrê Perwerdehiya Milî ya Rihayê hat tayînkirin. Nerazîbûnên li dijî tayînkirina vî midûrê berdewam dikin.    WEZÎR BI SÛCAR RE WÊNE GIRT   Li gelek bajaran ji bo Sultanoglû ji wezîfeyê bê girtin protesto berdewam dikin. Li aliyekî bertek didomin li aliyekî jî Wezîrê Perwerdehiyê Yusuf Tekîn di serdana Walîtiya Rihayê de li gel Sultanoglû wêne girt.      PLATFORMÊ NERAZÎBÛN NÎŞAN DAN    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê têkildarî ku Sultanoglû ji wezîfeyê bê girtin li ber Midûriyeta Bajêr a Perwerdehiyê daxuyanî da. Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul axivî û da zanîn ku berê jî hatiye xwestin Sultanoglû wek midûr tayînî Mereşê û Bûrsayê bê kirin lê li ser nerazîbûnan tayînkirina wî hatiye sekinandin. Şengul ev pirs kir: “Gelo hinceta hiqûqî ya ku sûcdarê îstîsmarê Asim Sultanoglû li ser wê wezîfeyê tê ragirtin çiye?” Şengul xwest ku tayînkirina Sultanoglû were betalkirin.