Uçar: Heta ku aştiyeke birûmet pêk tê dê têkoşîna me bidome 2023-08-23 16:23:14 COLEMÊRG - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di daxuyaniya têkildarî Dayikên Aştiyê de axivî û wiha got: “Bila soza me ya ji bo dayikan be; heta aştiyeke birûmet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saliha Aydenîz, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û şandeya pê re çûn serdana şîna Dayikên Aştiyê Adalet Safali, Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk a li gundê Şahê yê Geverê ku ji bo îfadeya dozgeriyê çûbûn Colemêrgê û dema vedigeriyan Geverê di rê de qeza kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn.   Şande piştî serdanê derbasî Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Bajêrgeh a Geverê û li vir daxuyanî da. Ji Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Weke Dayikên Aştiyê em ê her tim aştiyê biparêzin. Dayikên me yên jiyana xwe ji dest dayîn aştî parastin û hewl dan rê li ber rijandina xwînê bigirin. Di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dan. Bila ruhê dayikên me yên aştiyê şad be.”    'TÊKOŞÎNA BIRÛMET A DAYIKAN’    Piştre jî Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Uçar, bal kişand ser têkoşîna birûmet a Dayikên Aştiyê û wiha got: “Dê dayik aştiyê pêk bînin. Li Kurdistanê tu malbatek nîne ku li endamên wan doz nehatibe vekirin. Zarok an jî xizmên her malbateke li Kurdistanê di girtîgehê de ne. Bi hinceta ku ji zarokên xwe re pere şandine, bang li dayikên me kirin ku biçin îfadeyê bidin. Hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê hemû hevalên me rastî vê tawanbariyê tên.”    'DÊ HESABÊ BIDIN’   Uçar, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesên ji ber van tawanbarkirinan banga îfadeyê li dayikên me dikin dê hesaba vê bidin. Dê hesabê bidin kurdan, Dayikên Aştiyê û hemû kesên di têkoşînê de israr dikin. Weke kesên ji têkoşînê bibawer û vê têkoşînê didomînin, em ê dev ji wan bernedin. Divê rojavayê welat jî guh bide dengê aştiyê yê li Kurdistanê bilind dibe. Em ji bo vê têkoşiyan û dê têkoşîna me bidome. Serê me tevan sax be û bila soza me ya ji bo dayikan be ku heta aştî pêk tê dê têkoşîna me bidome.”    Daxuyanî, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.