Wezareta Dadê meheke li Malbata Şenyaşar qedexe ye! 2023-08-23 16:25:28 ENQERE - Mehek e destûr nayê dayîn ku Malbata Şenyaşar li Enqereyê bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bike.    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê xwe Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) di roja 846’emîn de Nobeda Edaletê ya li Rihayê dabû destpêkirin birin Enqereyê û nobeda li Enqereyê mehek li pey xwe hişt. Malbatê di roja 30’yemîn de çalakiya xwe domand.    Malbat îro jî bi daxwaza edaletê ji ber deriyê Meclisê heta Wezareta Dadê meşiya. Dîsa destûr nehat dayîn ku malbat biçe Wezaretê û bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bike. Polîsan destûr neda ku rojnamevan wêne û dîmenan bigirin.    ÇALAKIYÊ MEHEK LI PEY XWE HIŞT   Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar 30 roj in bi hincetên wek “Wezîr ne li vir e, li derveyî bajêr e” û “Wezîr di civînê de ye” destûr nayê dayîn ku bikevin avahiya Wezaretê.