DBP'ê li Sêrtê Kongreya Asayî ya Yekem li dar xist 2023-08-23 18:57:39       SÊRT – DBP a Sêrtê kongreya xwe li dar xist. Gulîstan Sevîm û Celal Koçak wekî hevserok hatin bijartin.    Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Sêrtê kongreya xwe ya asayî ya yekem li dar xist. Kongreya li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê hat lidarxistin. Parlmenterê Partiya Çepên Kesk ê Sêrtê Tûncer Bakirhan, Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik a qeyûm tayinî şûna wê hat kirin, Meclisa Dayikên Aştiyê, endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Ahmet Îstek, endamê Meclisa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Can Nas, endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Çepên Kesk Abdullah Çetîn, rêxistinên HDP, DBP û Partiya Çepên Kesk û gelek welatî tevlî kongreyê bûn.    Kongrey bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Sêrtê Tûncer Bakirhan axivî. Bakirhan bal kişand ser şewitandina daristanan û qirkirina daran û got: "Êrişên li ser kurdan zêde dibin. Doz li dayikên doza aştiyê dikin tên vekirin û gava diçin îfadeyê jiyana xwe ji dest didin. Qeyûm tayinî şaredariyan tên kirin. Partî tên girtin. Parlementer tên girtin. Xizanî zêde dibe. Em jî, divê li hemberî van tevna têkoşîna ava bikin. Em ê bi piştevanî û xwedîderketinê ji heq van kirinan derkevin. He rku em xwe li bêdengiyê deynin dê zilm zêdetir bibe. Em ê nehêlin ciwanên me daxilî nava tiryak û guhûşê bibin. Em ê çanda xwe û zimanê xwe biparêzin. Em ê xwedî li berxwedana girtîgehan derkevin.   Bakirhan ji bo rakirina tecrîdê bang kir.   Piştî axaftinê Gulîstan Sevîm û Celal Koçak wekî Hevserokên DBP'a Sêrtê hatin bijartin.