Doza Kobanê: Mutalaa versiyona 'bi tirkî biaxive, pir biaxive' ye 2023-08-23 19:50:24 ENQERE- Parêzer Yûsûf Çakas bilêv kir ku mutalaaya Doza Kobanê mutalaayeke li dijî daxwazên kurdan ên ji bo çanda wan in û got: "Ev mutalaa, versiyona 2023'yan a'bi tirkî biaxive, pir biaxive' ye."  Rûniştina sêyemîn a danişîna 30’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Dadgeha Cezayên Giran a 22'yan a Enqereyê li dozê dinêre.    Rûniştina 30'yemîn a danişînê piştî navberê ji cihê mayî dewam kir. Siyasetmedar Mesût Bagcik piştî navberê axaftina xwe ji cihê mayî domand û îşaret bi doza ku li Çewligê der barê wî de hatibû vekirin û bi vê dozê re hatiye yekkirin kir. Bagcik di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku dadgehê di biryaêrn navberê de tim bi îdiaya "gumana revê" kesên girtî bernade. Bagcik anî ziman ku 30 sal in li heman cihî dijî, lê dîsa jî ji bo wî tê gotin ku "dibe ku bireve" û got ku du sal berê hatiye berdan, lê nereviyaye. Bagcik xwest şertê kontrolkirina edlî ya li ser wî bê betalkirin û doza beraetê kir.    'DOZEKE POLÎTÎK E'   Ji parêzerên dozê Yûsûf Çakas jî destnîşan kir ku doza heyî dozeke polîtîk e. Çakas destnîşan kir ku tu eleqeya muwekîlên wî bi bûyerên Kobanê re tune ye û civak jî wiha difikire. Çakas bal kişand ser DAIŞ'ê û got ku di dema êrişên DAIŞ'ê de YPG'î li nexweşxaneyên Tirkiyeyê hatine dermankirin û bi hezaran çek ji xaka Tirkiyeyê ji ciwanên kurd re çûne.    VERSIYONA 2023'YAN A 'BI TIRKÎ BIAXIVE, PIR BIAXIVE'   Çakas destnîşan kir ku mutalaa li ser dijminatiya li hemberî kurdan hatiye çêkirin û got ku dê vê dijminatiyê teşhîr bikin. Çakas wiha domand: "Qey hûn difikirin ku kurd vê dozê wekî dozeke hiqûqî dibînin? Ji teref me doza heyî bi vî awayî didome." Çakas diyar kir ku şahidê veşarî Hermes muwekîlê wî nas nake û got: "Tu dibêjî qey dozger mutalaayê ne ji bo we, lê ji bo agahiyan bide bavê xwe nivîsandiye. Ez yeqîn nakim dadgehek vê mutalaayê esas bigire. Dozger bi israr dibêje 'terora etnîk.' Divê ez li ser vê bisekinim. Çanda kurdan wekî sûc tê hesibandin. Versiyona 2023'yan a'bi tirkî biaxive, pir biaxive' bi vê mutalaayê careke din derketiye pêşiya me. Hemû tiştên aîdî kurdan di mutalaayê de hatine terorîzekirin."   Çakas destnîşan kir ku armanca vê dozê ew e ku peyama "kurd terorîst in" dide û got: "Kurd û dostên wan tên darizandin."    Dadgehê danişînê taloqî sibê kir. Danişîn dê sibê saet di 13.00'an de ji cihê mayî bidome.