Hevşaredarê Periyê car din hat girtin 2023-08-23 21:46:43       EDÎRNE – Hevşaredarê Periyê Orhan Çelebî ku hatibû berdan, piştî îtiraza dozgeriyê car din hat girtin.    Hevşaredarê Perî ya Dersimê Orhan Çelebî ku di Girtîgeha Edîrne ya Tîpa F'yê de bû, piştî îtiraza ji bo girtina wî di 11'ê Tebaxê de hatibû berdan. Çelebî ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin, piştî îtiraza dozgeriyê car din hat girtin.   Çelebî ku ji bo hevdîtinê çû Girtîgeha Edîrne ya Tîpa F'yê, piştî hevdîtinê hat binçavkirin û car din hat girtin. Hat hînkirin ku Çelebî şandine Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa L'yê.