ROJEVA 24’Ê TEBAXA 2023’YAN 2023-08-24 09:00:00       * Lîstikvana Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektar ku têkildarî pirsgirêkên şanoya kurdî pirsên me bersivandin, destnîşan kir ku ew hewl didin ku qadên alternatîf biafirînin û got ku ew bi kelecan li benda derketina pêşberî temaşevanan e.    * Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk diyar kirin ku desthilat dixwaze ciwanine bi polîtîkayên şerê taybet ji cewherwa xwe dûrketî biafirîne û ji bo têkoşîna li dijî van polîtîkayan bang kirin.    * Endamê Lijneya Rêveber Wefqa Hêviyê Psîkyatrîst Dr. Ayhan Akcan diyar kir ku çekadrîbûna ferdî di dema AKP'ê de zêde bûye û got ku ev "probelemeke civakî ye."    * Hevserokê TUHAY-DER a Wanê Çetîn Ûyar, destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata NAvîn şensekî mezin e û got: "Gelê kurd dixwaze dengê vîna xwe ya siyasî bibihîse û vîna wî yê siyasî muxatab bê girtin."    * Şerzan Yelboga, parêzerê hunermend Emel Çîftçî ya hat girtin, anî ziman ku şahidên "veşarî" veguherîne çoyê veşarî yê darazê û got ku muwekîla wî bi awayekî bêhiqûqî hatiye girtin.   * Yek ji dilxwazên Platforma Parastina Jiyan û Xwezayê Mehmet Dalkanat diyar kir ku pirsgirêkên li herêma erdhejê zêdetir bûne û da zanîn ku piştevaniya civakî ya di rojên ewil de derketiye holê niha ji dewletê re ma ye.    * Mazlum Îçli yê ku ji kuştina 4 kesan berpirsyar hat dîtin, tevî dîmenên ku tê de tê dîtin ku di dema berxwedana Kobanê de 140 kîlometre dûrî bajêr e û li dawetekê ye jî bertek nîşanî erêkirina cezayê Dadgeha Bilind da û wiha got: "Ji ber ku em zarokên kurd in tên cezakirin.”    * Amedspor dê têkildarî hedefa xwe ya “Sezona Pêşketinê” li Plaza Hotêlê daxuyaniyê bide. (09.30)   * Rûniştina çaremîn a danişîna 30’emîn a Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (13.30)   * Şaxa ÎHD’a Amedê dê rapora xwe ya çavdêrî û tespîtan a têkildarî binpêkirinên li kampûsa Girtîgehan a Xarpêtê li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê ragihîne. (12.00)   * Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li pêşiya Wezareta Dadê dê di roja 31’an de bidome. (13.30)   * Rêxistina HDP’ê Karşiyaka ya Îzmîrê dê têkildarî krîza aborî û bêkariyê li pêşiya ÎZBAN Karşiyakayê daxuyaniyê bide. (19.00)   * Rêxistinên HDP û Partiya Çepên Kesk ên Denîzliyê dê têkildarî polîtîkayên serdema nû li avahiya HDP’a Denîzliyê konferansê li dar bixin. (19.00)