Wefqa Hêviyê li dijî çekdarîbûna ferdî bang li meclisê kir 2023-08-24 09:03:19 STENBOL - Endamê Lijneya Rêveber Wefqa Hêviyê Psîkyatrîst Dr. Ayhan Akcan diyar kir ku çekadrîbûna ferdî di dema AKP'ê de zêde bûye û got ku ev "probelemeke civakî ye."    Li Tirkiyeyê di serî de kuştina jinan, bi giştî sûcên wekî kuştin, detsdirêjî û destavêtinê her diçe zêdetird ibin. Hin bûyer li bara civakê dibin sedema înfialekê û ji ber bertekên civakî daraz tevdigere. Bûyera di 29'ê Tîrmehê de li Esneyûrtê qewimî ku hin kes avêtibûn ser kargehekê û du kes kuştibûn, mînaka herî dawî ya van sûcan e. Zêdebûna çekdarîbûna ferdî, dibe sedema zêdebûna van bûyeran û yên bi vî rengî. Li gor rapora dawî ay der barê çekdarîbûna ferdî de ya Weqfa Hêviyê, rêjeya bûyerên bi çekan di 10 salên dawî de ji sedî 35 zêde bûye û bûye ji sedî 85.    Ayhan Akcan   DI DEMA DESTHILATA AKP'Ê DE ZÊDE BÛ   Endamê Lijneya Rêveber a Weqfa Hêviyê Psîkyatrîst Dr. Ayhan Akcan, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê çekdarîbûna ferdî di dema desthilata AKP'ê de zêde bûye. Akcan bilêv kir ku li Tirkiyeyê bûyerên şidetê her diçe zêdetir dibin û got ku mirov di kontrolkirina hêrsê de zehmetiyê dikişînin. Akcan anî ziman ku mirov di trafîkê de, di meseleyên deynan de di cî de serî li şidetê didin û wiha pê de çû: "Herî dawî çanda lihevkirinê yan jî bendewariya ji bo lêgerîna li mafan tê bîra mirov. Li vir xala herî girîng, li Tirkiyeyê berbelavbûna çekdarîbûna ferdî ye. Tê gotin ku nêzî 36 milyon çek hene. Ji van 32 milyon jê bê ruxset in û 4 milyon jê jî bi ruxset in. Ev her sal ji sedî 5 zêde dibe."    PIRSGIRÊKA ÇEKDARÎBÛNA FERDÎ   Akcan ragihand ku li welêt bûyerên şidetê her roj zêde dibin û li gor 10 sal berê li Tirkiyeyê rêjeya cinayetan nêzî ji sedî 50 zêde bûye û ev rêje bûye ji sedî 85. Akcan da zanîn ku rojê herî kêm 10 bûyerên şidetê yên bi çekan diqewimin û wiha domand: "Di nava van bûyeran de herî kêm 10 kes dimirin û nêzî 20 kes jî birîndar dibin. Di salekê de nêzî 9 hezar welatiyên me ji ber şideta bi çekan jiyana xwe ji dest didin. Ev problemeke civakî ya cidî ye. Teqez divê ev wekî problemekê bê dîtin û çareyek jê re bê peydekirin."    Akcan destnîşan kir ku ji her 5 bûyerên şidetê yên bi çekan yek jê li hemberî jinan pêk tê û got ku li Tirkiyeyê ji sedî 90 şideta bi çekê di nava navan de diqewime.    Akcan da zanîn ku çekdarîbûna ferdî ji sala 1989'an ve zêde dibe û got ku desthilata heyî ji bo vê tu çare peyde nekirine.    BANGAWAZÎ   Akcan destnîşan kir ku teqez divê bi ser meseleya çekdarîbûna ferdî de bê çûyîn û got ku divê cezayên texilker bên birîn û xeta îxbarkirinê bê avakirin. Akcan got: "Ji ber ku ev nayên kirin û ji ber ku ceza li pere tên qulibandin, mixabin çekên bê ruxset tên bikaranîn. Tu ferqa vê ji çeka bê ruxset tune ye. Em wiha difikirin ku şideta bi çekê pirgsirêkeke civakî ye. Lewma divê meclis li ser vê bisekine. Em wekî weqf ji bo tevkariyê amade ne."    MA / Omer Îbrahîmoglû