'Gelê kurd dixwaze dengê vîna xwe bibihîse' 2023-08-24 09:03:58     WAN - Hevserokê Wan TUHAY-DER'ê Çetîn Ûyar, destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata NAvîn şensekî mezin e û got: "Gelê kurd dixwaze dengê vîna xwe ya siyasî bibihîse û vîna wî yê siyasî muxatab bê girtin."    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 24 sal in di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê de 29 meh in tu xeber nayê girtin. Ev yek li bara raya giştî bûye cihê fikarên mezin. Hevserokê Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikimxwaran a Wanê (WAN TUHAY-DER) Çetîn Ûyar, tecrîd ali Îmraliyê nirxand û bal kişand ser azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan.    Çetîn Ûyar   'ABDULLAH OCALAN JI BO ROJHILATA NAVÎN ŞENS E'   Ûyar anî ziman ku tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan bi vî awayî nadome û got ku ev tecrîda mutleq bandorê li hemû mirovahiyê dike. Ûyar destnîşan kir ku tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û got ku ev tecrîd wekî tilhilanînê li ser girtiyên nexweş tê pêkanîn.    Ûyar diyar kir ku girtiyên siyasî di şert û mercên pir dijwar de dimînin û got ku mafê sohbet û hevdîtinê yê girtiyan tê astengkirin. Ûyar destnîşan kir ku înfaza gelek girtiyên 30 salê xwe temam kirine bi awayekî kêfî tê şewitandin û got: "Em vê helwesta rêveberiyên girtîgehan şermezar dikin. Lijneyên çavdêriyê yên girtîgehan wekî elemanên desthilata AKP-MHP'ê dixebitin. Armanca wan tepisandina girtiyên siyasî ye. Ne dikarin malbatan ne jî girtiyan bitepisînin. Ji lew re em ji bo rûmeta xwe, ji bo zimanê xwe têdikoşin û em ji bo em kurd in û mirov in têdikoşin. Tekane sedema van çewisandinan tecrîda li ser birêz Ocalan e. Birêz Ocalan ji bo vî welatî û Rojhilata Navîn şensek e. Ji bo aştî bê, divê ev tecrîd ji holê bê rakirin."    ‘EM AZADIYA WÎ YA FÎZÎKÎ DIXWAZIN'   Ûyar destnîşan kir ku divê hevdîtina malbatê û parêzeran a bi Abdullah Ocalan re bê kirin û got: "Tirkiye ancax dikare bi vî awayî ji vê tengasiyê derkeve. Îro ro Tirkiye têk çûye. Desthilata AKP-MHP'ê, ji bo kurd xwe tevnedin zêxtan didomînin. Krîza aborî jî di nav de ev welat her diçe di her warî de ditengije. Ger tecrîda li ser birêz Ocalan bidome, dê Tirkiye biçe. Em tenê rakirina tecrîdê naxwazin, em doza azadiya fîzîkî ya Ocalan jî dikin. Gelê kurd birêz Ocalan wekî vîna xw eya siyasî diyar kiriye. Gelê kurd dixwaze dengê vîna xwe ya siyasî bibihîse û vîna wî yê siyasî muxatab bê girtin."