Parêzerê hunermend Çîftçiyê: Îçtihadên AYM û Dadgeha Bilind esas nayên girtin 2023-08-24 09:04:47 AMED - Şerzan Yelboga, parêzerê hunermend Emel Çîftçî ya hat girtin, anî ziman ku şahidên "veşarî" veguherîne çoyê veşarî yê darazê û got ku muwekîla wî bi awayekî bêhiqûqî hatiye girtin.  Hunermend Emel Çîftçî ku di 21'ê Tebaxê de li Amedê hat binçavkirin, di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de ji ber beyanên şahidên veşarî, xebatên xwe yên çandî, raporên darayî yên MASAK'ê û qeydên HT'ê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "rêveberiya rêxistinê" hat girtin. Çîftçî ku pençeşêra rahîmê û tîroîta jehrî lê peyda bûye, çendî raporên wê yên tenduristiyê hene jî, bi hinceta "gumana revê û windakirina delîlan" hat girtine.    Şerzan Yelboga, parêzerê Çîftçiyê diyar kir ku girtina muwekîla wî ne hiqûqî ye û got ku şahidên "veşarî" bûne çoyê darazê.   Şerzan Yelboga   'ÎÇTIHADÊN DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN ESAS NAYÊN GIRTIN'    Yelboga anî ziman ku muwekîla wî hem bi "endamtiya rêxistinê" hem jî bi "rêvebertiya rêxistinê" hatiye tawanbarkirin û got ku di hincetên girtinê de hebûna her du sûcdarkirina ne hiqûqî ye. Yelboga wiha axivî: "Em dibînin ku hiqûq hatiye eciqandin. Kesek di heman demê de nikare hem rêveberê rêxistinê hem jî endamê wê be. Di warê qanûnî de di navbera van sûcan de derbaseyek heye. Lê mixanin bi vê dosyeyê re hiqûq hatiye eciqandin. Îçtihadên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Bilind hene ku ne pêkan e ku kesek di heman demê de hem bi endamtiya rêxistinê hem jî bi rêvebertiya rêxistinê bê cezakirin. Lê di dosyeya me de her du îstinadên sûcî bûne sedema girtinê. Ev yek, careke din nîşan da ku îçtihadên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Bilind esas nayên girtin."    XEBATÊN ÇANDÎ SÛC HATINE HESIBANDIN   Yelboga destnîşan kir ku kar û barên çandî û hunerî yên muwekîla wî wekî sûc hatine hesibandin û got: "Armanca vê ew e ku mirov ji çanda xwe, hunera xwe û zimanê xwe bên dûrxistin."    'ŞAHIDÊN VEŞARÎ'    Yelboga destnîşan kir ku "şahidê veşarî" di dozan de wekî aparatekê tên bikaranîn û got ku bi hezaran kes ji ber beyanên şahidên veşarî hatine girtin. Yelboga bilêv kir ku "şahidên veşarî" veguherîne çoyekî darazê û got ku di lêpirsînan de şahidên veşarî tune bin jî, paşê tên afirandin û got: "Mixabin piraniya darizandinan bi vî awayî bêhiqûqî ne. Ez dibêjim bazara şahidê veşarî. Ji lew re di dema dadgehê de gava nivîs ji midûriyeta polîsan re tê nivîsandin ku şahidê veşarî bê guhdarîkirin, em dibînin ku li holê şahidê veşarî tune ye yan jî gava tê dadgehê nizane bê li midûriyeta polîsan çi gotiye. Îçtihadên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Bilind dibêjin ku beyanên şahidên veşarî bi tena serê xwe nabin sedema girtinê. Lê muwekîla me bi beyanên şahidê veşarî hat girtin."    TENDURISTIYA WÊ   Yelboga bal kişand ser tenduristiya hunermend Çîftçiyê û got ku muwekîla wî li Amedê li nexweşxaneyeke taybet dihat dermankirin û bijîşkê wê di 19'ê Tîrmehê de rapor daye wê ku divê demildest emeliyat bibe. Yelboga: "Li girtîgehan gelek girtiyên nexweş nayên dermankirin. Gava girtî dixwazin ji bo dermankirinê biçin nexweşxaneyê wan nabin û gava dibin jî muayeneya bi awayekî kelemçekirî li wan tê ferzkirin. Pençeşêr bi muwekîla me re heye. Gava tiştekî lezgîn rû bide, revîra girtîgehê ji be rnebûna personelan û kapasîteya xwe dê nikaribe tiştekî bike."    Yelboga da zanîn ku ji ber girtina Çîftçiyê îtiraz kirine û got ku ger îtiraza wan bê redkirin dê serî li AYM'ê bidin.    MA / Berîvan Altan