Mazlûm Îçlî: Ji ber ku em kurd in me ceza dikin 2023-08-24 09:57:37 AMED - Mazlum Îçli yê ku ji kuştina 4 kesan berpirsyar hat dîtin, tevî dîmenên ku tê de tê dîtin ku di dema berxwedana Kobanê de 140 kîlometre dûrî bajêr e û li dawetekê ye jî bertek nîşanî erêkirina cezayê Dadgeha Bilind da û wiha got: "Ji ber ku em zarokên kurd in tên cezakirin.”    Mazlûm Îçlî yê 14 salî di 6-8’ê Cotmeha 2014’an çalakiyên Kobanê de bi îdiaya Yasîn Boru jî di nav de 4 kesan kuştiye hat cezakirin. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ji sûcên “xerakirina tevkariya welat” û “kuştina 4 kesan” bi giştî 124 sal ceza li Mazlûm Îlçî birî. Tevî ku ew roja bûyerê Mazlûm Îçlî li gundekî 140 kîlometre dûrî Amedê li dawetê bûye û gelek delîl hene jî lê biryara cezakirinê ji aliyê Dadgeha Bilind ve di 16’ê tebaxê de hat pesendkirin.             Îçî dema tê girtin wî dişînin Girtîgeh Metrîsa Stenbolê. Salek û nîv wî di hucreya yek kesî de digirin. Niha jî li Girtîgeha Marmaraya Sîlîvrî ya Jimara 5’an a Tîpa L’yê de tê ragirtin.    MAZLÛM ÎÇLÎ: JI BER EM KURD IN CEZA LI ME DIBIRIN    Dayika Îçlî, Aynûr Îçlî di 23’yê tebaxê de bi rêya telefonê li gel lawê xwe axivî. Aynûr Îçlî tiştên ku lawê wê jê re aniye ziman ragihand. Aynîr Îçlî anî ziman ku lawê Mazlum jê re gotiye, “Ji ber ku em zarokên kurd in, ceza li me tên birîn.” Aynûr Îçî destnîşan kir ku tu sûcek lawê wê nîne û di taliya talî de wê ev derkeve holê.    ‘NEHIŞTIN BI ZAROKATIYA XWE ŞA BIBE’    Aynur Îçlî ku got, “Zarotiya Mazlûm mirandin” û wiha domand: “Mazlûm hîn zarok bû, diçû dibistana navîn. Bi bavê xwe re diçû dawetan. Zarokekî 14 salî çawa dikare bikeve nava tiştekî wisa? Mazlûm dibistan dixwend û jiyana wî ya xwendinê ji destî wî girtin. Nehiştin bi zarokatî û ciwaniya xwe şa bibe. Ev 9 sal in di hepsê de ye. Zarokek 14 salî salek û nîv li Enqerê û 6 meh jî li Stenbolê di hucreya yek kesî de ma. Gelo ma ev edalet e? Gelo ma ev edaleta Tirkiyeyê ye?"    DELÎLAN JI NEDÎTÎ VE TÊN    Îçlî diyar kir ku gelek delîl hene ku lawê wê sûc nekiriye û wiha got: “Lawê min bêguneh û bêsûc hatiye girtin. Her kes şahid e, kurê min tiştek nekiriye, vî sûcî nekiriye. Gelek delîlên me hene. Bi bav û apê xwe re li dawetê bû. Delîl hene, sînyalên telefonê, şofêrê taksiye, şahidiya xwediyê dawetê. Xwediyê dawetê jî zava jî daxuyanî da û gotin ku lawê min 3 rojan li cem wan maye. Lê wan hemû delîlên me red kirin. Ez bang li Dadgeha Bilind, dozger û dadger dikim ku careke din dosyeyê vekin û kurê min berdin. Mazlûm di 14 saliya xwe de hat girtin, dibêje, ‘ji ber ku em zarokên kurd in îşkence li me dikin’. Qey em kurd bin gelo divê îşkence li me bê kirin?’ Ma divê hemû kurd bên îşkencekirin? Kurê min niha li Sîlîvriyê girtî ye û ez her dem nikarim biçim, nexweş im, nexweşiya dil û tansiyona min heye. Rêya 24 saetan e, ez ji aliyê aborî û manewî ve nikarim biçim. Emrê wî di hepsê de rizandin. Bila destên xwe deynin ser wijdanê xwe û bila lawê min êdî ji pişt wan dîwaran û deriyan derkeve.”    ‘BÊYÎ LI DOSYEYÊ BINÊRIN BIRYAR DAN’    Kekê Mazlûm Îçlî, Zulfu Şiyar Îçlî jî bertek nîşanî biryara erêkirina ceza da û wiha got: “Sûcên ku dixin stûyê Mazlûm hemû derew in. Zarokek 14 salî ye wê çawa here mirovan bikuje? Roja bûyeran birayê min li gundekî li dawetê bû. Bavê min, apê min û hemû ekîba me li dawetê bû û nêzî 10 rojan li wir maye. Mazlûm li dawetê li daholê dixist û li gel bavê min stran digot. Mazlûm bêsûc e, dozger û dadger jî dizanin ku ew bêsûc e. Dadgeha Bilind jî dizane ku birayê min bêsûc e lê belê bêyî ku li dosyeyê binêre ceza erê kir. Em dixwazin ev biryar demildest were guhertin. Hê zarok bû wî girtin û niha bûye 21 salî. Em dixwazin birakê min were beraetkirin û berdan.”    ‘TU SÛCEKÎ MAZLÛM TUNE YE’    Kekê Îçlî, Mahsûm Îçlî jî destnîşan kir ku tu eleqeya birayê wî bi bûyerê re nîne û “Tevî ku 8-9 delîl hene jî dadgehê bi tu awayî qebûl nekir, herî dawî jî Dadgeha Bilind ceza erê kir. Wê rojê Mazlûm bi bavê min re li dawetê bû û li daholê dixist. Şahid û dîmenên me hene. Li gund jî lêkolîn hat kirin lê dadgehê qebûl nekir. Tu sûcekî Mazlûm tune ye.”    MA / Eylem Akdag