Li 19 girtiyên ji bo bêhnê bistînin têlên fensê çirandin doz hate vekirin 2023-08-24 11:01:35   ENQERE - Li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê derheqê 19 jê girtî bi giştî 21 kesan de bi îdiaya “bi çirandina têlên fansê zirar dane malê cemaweriyê” doz hate vekirin. Girtiyan jî bertek nîşan dan û gotin ku nikarin bêhnê bistînin û ev têl li dijî mafên mirovan e.    Derheqê 21 girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê de bi hinceta “têlên fensê ya li ber paca xwe çirandine” doz hate vekirin. Girtiyên di hucreyên yekkesî de tên ragirtin, ji bo rakirina têlên fensê yên weke qefes jî tên binavkirin û li ber hesinên ber paceyên wan û nahêlin ro bikeve hundir, di dîrokên cuda de gelek caran ji bo Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê daxwazname nivîsandin.    Di daxwaznameyan de hat destnîşankirin ku ev têl bi mebesta ewlekariyê nexistine pacê û ji vê armanc tê kirin ku mirûz û motîvasyona girtiyan kêm bikin û gefê li tenduristiya girtiyan bixwin. Girtiyan diyar kir ku 22 saetên rojê di hucreyê de ne, nikarin cilên xwe di hucreyê de ziwa bikin lewma xetere li ser tenduristiya wan heye û xwestin ku ji bo bikarin cilên xwe li derve bihilayîsin bila ew têl bên rakirin.    GILIYÊ GIRTIYAN HATE KIRIN    Girtiyan, got ku tenê bi rêya pacê derve dibînin û ji ber ku têlên behsa xeberê li cihekî pir nêz hatine bicihkirin, zirarê didin çavên wan û ew têl li gorî derfetên xwe jê kirin. Lijneya Disiplînê ya Midûriyeta Girtîgehê di 5’ê adara 2023’yan de derheqê 21 girtiyên têl jê kirin lêpirsîn da destpêkirin.    Di encama lêpirsînê de 3 roj cezayê hucreyê dan girtiyên di hucreya yekkesî de tên ragirtin. Di 23’yê adara 2023’yan de jî girtîgehê bi îdiaya “zirar dane malê cemaweriyê”, derheqê 21 girtiyan de li Serdozgeriya Komarê ya Bati ya Enqereyê serlêdana sûc kir. Dozgeriyê jî di encama lêpirsînê de diyar kir ku ziyan gihiştiye malê cemaweriyê û xwest ku pereyê vê zirarê ji hêla girtiyan ve were pêşwazîkirin û her girtiyek hezar û 416 TL’an bide.    Girtiyan jî diyar kirin ku ew têl ji bo parastina mafê xwe yên tenduristiyê birîne û dê pereyê tê xwestin nedin.    'EW TÊL LI DIJÎ MAFÊN MIROVAN E’   Girtiyên ku derheqê wan de lêpirsîn hatiye vekirin, di 10’ê tîrmeha 2023’yan de bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) îfade dan Buroya Lêpirsîna Bûyerên Edlî ya Serdozgeriya Komarê ya Bati ya Enqereyê. Girtiyên ku bi rêya wergêrê kurdî îfade dan, diyar kirin ku têlên fensê yên li ber pacên hucreyên wan tên danîn bi kêrî tiştekî nepêwîst in. Girtiyan got ku li girtîgehên din têlên bi vî rengî nînin û ji ber hesinên ber paceyan ji xwe hewcehî bi van têlan nîne, têlên fensê tiştekî însanî nîne û li dijî mafên mirovan in.    XWEST BÊN CEZAKIRIN    Girtiyan, destnîşan kirin ku têlên fensê nahêlin hewa bikeve hucreyên wan û ev tişt anîn ziman: “Sepana têlên direhî sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ji hêla mafên mirovan ve jî nayê qebûlkirin.” Dozgeriyê, di 8’ê tebaxa 2023’yan de bi îdiaya “zirar dane malê cemaweriyê” derheqê 21 girtiyên cezayê pereyan qebûl nekirin de îdianame amade kir. 11’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Enqereyê di 15’ê tebaxê de îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de dozger îdia kir ku girtiyan ev bûyer di nava xwe de birêxistin kiriye, sûcê zirardayîna malê cemaweriyê kirine û xwest ku li gorî TCK 152 (zirardayîna mal; ji salekî heta 4 salan cezayê hefsê yan jî cezayê pereyê edlî) bên cezakirin.    Girtiyên derheqê wan de îdianame hatiye amadekirin wiha ye: “Şerafettîn Demîr, Eşref İşik, Hasan Aşkin, Hasan Umut Ozer, Azîz Aktaş, Hakîm Sungur, Fesîh Taş, Abîdîn Kahraman, Ozgur Çelîk, Çetîn Çekîç, Ferhat Mûsa, Kinyas Atîma, Abdurrahîm Akalp, Mûrat Kaçar, Şadî Muhammed, Hakan Yalçin, Emrullah Acar, Fîkret Bîçen, Mehmet Akyuz, Nûrî Vural û Osman Yalavuz.”   ACAR JÊ HATE CUDAKIRIN    Derheqê nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Emrûllah Acar û Hakan Yalçin de jî îdianame hatibû amadekirin. Lê dema lêpirsîn didomiya, her du nûçegihan di 16’ê gulana 2023’yan de hatibûn berdan. 11’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Enqereyê jî di 17’ê tebaxê de derheqê dosyaya Acar de biryara cudakirinê da û ji 9’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê re şand. 9’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê jî 24’ê mijdara 2023’yan weke roja danişînê diyar kir.