Bi îdiaya ‘gefxwarinê’ der barê Serokê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin 2023-08-24 11:48:46   AMED - Derbarê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û du parêzeran de bi îdiaya “gef li dozger xwarine” lêpirsîn hat destpêkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê li ser îfadeyên Umît Akbiyik lêpirsînek dabû destpêkirin û di 25’ê nîsanê de operasyona ku navenda wê Amed bû li 21 bajaran hat lidarxistin. Di çarçoveya lêpirsînê de rojnamevan, parêzer, hunermend, siyasetmedar û welatî hatibûn binçavkirin. Dema îfadeyên binçavkiriyan li edliyeyê dihat wergirtin, hin parêzer têkildarî binçavkirina dirêj a li nezaretxaneyê bi dozger re hevdîtin kiribûn. Ji ber vê hevdîtinê derbarê van parêzeran lêpirsîn hat destpêkirin.    Lêpirsîn bi îdiaya “gef li dozger xwarine” der barê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û parêzer Bunyamîn Şeker û Gurbey Ozbey Oner de hat destpêkirin.    SEKINANDINA LI BER DOZGERIYÊ KIRINE GEF!   Bi hinceta ku îtîrazî şert û mercên binçavkiriyan têde mane hatiye kirin, lêpirsîn hatiye destpêkirin. Parêzerên Bunyamîn Şeker û Gurbet Ozbey Oner ên di çarçoveya operasyonê de hatibûn binçavkirin jî bi îfadeya midûriyeta polîsan daxilî lêpirsînê hatin kirin. Şeker û Ozbey piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan, bi hinceta li ber dozgeriyê rawestiyabûn ev yek wek sûc hat dîtin. ,   Derbarê Serokê Baroyê Nahît Eren, Bunmyamîn Şeker û Gurbet Ozbey Oner jî derbarê dozger de bi hinceta “wezîfeya xwe xerab bikar aniye” serî li Desteya Dadger û Dozgeran dan û gilî kirin. 11:37 24.08.2023   'DOZGER DIXWAZE ME KRÎMÎNALÎZE BIKE ‘   Serokê Baroyê Nahît Eren têkidlarî lêpirsîna derbarê wan de hatiye destpêkirin ji ajansa me re axivî û da zanîn ku wan şert û mercên xerab ên binçavkiriyan ku têde diman ji dozger re gilî kirine û di wan rojên operasyonê de gelek caran bi dozger re hevdîtin kirine û lê pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Nahît Eren anî ziman ku dozger bûyerê manîpule kiriye û dema wî hevdîtin kiriye gelek serokên baroyan jî li gel wî bûne û wî tiştek xerab ji dozger re negotiye. Eren destnîşan kir ku ji bo dozger kêmasî û bêûsûliyên xwe yên di çarçoveya lêpirsînê de piştperde bike xwe xistiye rewşa mexdûriyetê. Eren anî ziman ku di çarçoveya lêpirsînê de ji zêdeyî sedî kes hatibûn binçavkirin û tenê bi dozgerek lêpirsîn hatiye birêvebirin û binçavkirî 4 rojan di binçavan de hatin hiştin. Eren destnîşan kir ku dozger dixwaze hewldanên wan ên derbarê hevpîşe û miwekîlên wan de krîmînalîze bike.