Serokê Kluba Amed Sporê Elaldi: Îdiaya me ya ji bo serdema nû mezin e 2023-08-24 13:12:11   AMED - Serokê Kluba Amed Sporê Azîz Elaldi diyar kir ku dê dengê Amed Sporê li tevahiya cîhanê bidin belavkirin û wiha got: “Em ê sibe vê alayê dewrî hevalên ciwantir bikin. Îdiaya me mezin e û tu hêz dê nekarin pêşî li ber bigirin.”    Serokê Kluba Amed Sporê Azîz Elaldi û endamên Lijneya Rêveberiyê di çarçoveya “Sezona Pêşketinê” de li hotêlekê têkildarî xebatên sezona de daxuyanî dan. Elaldi û Serkarê Teknîkê Serdar Bozkurt tev li daxuyaniyê bûn.    BAL KIŞAND SER ‘RUHÊ XWIŞK-BIRATIYÊ’    Elaldi di daxuyaniyê de got ku ew dixwazin rûpeleke nû vekin û ev tişt anî ziman: “Li dijî bûyerên nîjadperest ên di demên berê de û hinek bûyerên me jiya bûn, me hewl da nirxandinên rast bikin. Teqez em ne rêveberiyeke wisa ne ku ji rageşî û peçvûnan sûdê bigirin. Berevajî vê em li gel ruhê aştî, xwişk-biratî yê sporê ne. Em ê dengê Ames Spor li tevahiya cîhanê belav bikin. Em ê vê alayê sibe dewrî hevalên ciwantir bikin. Me ev pêvajo da destpêkirin. Îdiaya me mezin e û tu hêz nikarin pêşî lê bigirin.”    'ZAROKÊN ME JI SPORÊ DÛR NEGIRIN’   Elaldi, bi domdarî wiha got: “Em ê komplekseke sporê li bajarê çêbikin. Em ê zarokên di navbera temenê 8-10 salî de li vir bi sporê mezin bikin. Bi vê yekê re em ê wan zarokan ji tiryakê dûr bigirin û bikin ku mejiyê wan ji hêla psîkolojîk ve bitenduristtir bixebite. Zarokên me ji spor û hunerê dûr negirin. Di dinyaya nû de pêdiviya me bi vê heye.”    Serkarê Teknîkê Serdar Bozkurt jî got ku wan 20 lîstikvanên nû girtine û wiha bi dawî kir: “Ev tiştekî hêsan nîne. Lîstikvanên ciwan jî tev li me bûn. Li gorî min me tîmeke jîr ava kiriye.”