Hakan Fîdan bi Barzanî re hevdîtin kir 2023-08-24 13:38:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir.    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan duh çû serdana Bexdayê û piştre jî li Hewlêrê bi Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir. Serokatiya Herêma Federe ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Fîdan û Barzanî li Hewlêrê hevdîtin kirine.    Fîdan, piştre jî li Pîrmamê bi Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir. Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar jî îro hatibû Hewlêrê û li gel Fîdan bi Barzanî re hevdîtin kir.    DÊ BI MESÛD BARZANÎ RE HEVDÎTINÊ BIKE    Tê payîn ku Fîdan bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Kubad Talabanî re jî li Hewlêrê hevdîtinê bike. Di çarçoveya bernameyê de tê payîn ku Fîdan bi rayedarên Eniya Tirkmen a Iraqê û Partiya Yekitiya Îslamî re jî hevdîtinê bike.    ÇARÇOVEYA SERDANA HERÊMÊ    Fîdan, di 22’yê tebaxê de ji bo serdaneke fermî li Bexdayê bi rayedarên hikûmetê û partiyan re hevdîtin kir. Hat zanîn ku di rojeva Fîdan de dîsa îxrackirina petrola kurdan a ji bo Tirkiyeyê, krîza avê û PKK ye. Fîdan, piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn a li Bexdayê, daxuyanî da û bang li Bexdayê kir ku PKK’ê têxin nava “lîsteya terorê.”    ‘XAKA IRAQÊ TERK BIKIN’   Di çarçoveya bernameya serdanê de Fîdan bi Serokê Tevgera Bedirê Hadî Amîrî re jî hevdîtin kir. Sekreteriya Giştî ya Tevgera Bedirê bi daxuyaniyekê ragihand ku di hevdîtinê de Hadî Emîrî ji Hakan Fîdan re gotiye ku bila dewleta tirk xaka Iraqê terk bike.