ÎHD’a Amedê: Li girtîgehên Xarpêtê pêkanînên dijî rûmeta girtiyan di dewrê de ne 2023-08-24 15:08:41   AMED - ÎHD’a Amedê derheqê binpêkirina mafên li Girtîgehên Xarpêtê raporek amade kir û da zanîn ku pêkanînên li dijî rûmeta girtiyan di dewrê de ne û lawaziya ewlehiyê û parastina mafên girtiyan heye.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Amedê têkildarî binpêkirina mafan ên li Girtigeha Xarpêtê diqewimin raporek amade kir û bi civînek çapemeniyê li avahiya xwe eşkere kir. Di daxuyaniyê de Serokê ÎHD’ê yê Şaxa Amedê Ercan Yilmaz û endamên rêveberên komeleyê beşdarî civînê bûn.    Ewilî Serokê ÎHD’ê Ercan Yilmaz axivî û destnîşan kir ku girtî û xizmên girtiyên ku li Girtîgeha Xarpêtê ya Jimarên 1 û 2’yan ên Ewlekariya Bilind û Girtîgeha Tîpa T serî li komeleya wan dane û der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên navborî de agahî dane wan. Yilmaz da zanîn ku di 18’ê tebaxa 2023’yan de Komîsyona Girtîgehan a komeleya wan serdana girtîgehên navborî kirin e. Yilmaz anî ziman ku di hevdîtinên ku bi girtiyan re hatin kirin de, hat diyarkirin ku di gelek mijarên kategorîk de binpêkirinên mafan hene û wiha got: “Her wiha şandeya me ji Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê der barê îdiayên navborî de randevû xwest, lê belê bi hinceta zêdebûna kar û sedema betlaneya edlî randevû nedane.”   ‘LAWAZIYA EWLEHIYÊ HEYE’   Piştre Endama Komîsyona Girtîgehan ya ÎHD’a Amedê Jiyan Ormanli jî tespît û pêşniyariyên komeleyê ku beşek ji raporê ne xwend. Ormanli da zanîn ku li Girtîgeha Xarpêtê ya Jimara 1’an a Ewlehiya Bilind di 7’ê tebaxa 2023’yan saet di 03.00’an de 2 girtiyên edlî ketin odeyên girtiyên din ên ji dosyayên di çarçoveya TMK’ê de girtî ne û birîndar dikin, gef xwarin e û heqaret kirin e. Ormanli bi domdarî wiha got: “Li gorî nêrîna ku ji hevdîtina îfadeyên mexdûran û girtiyên ku şahidê bûyerê bûne, berpirsên bûyerê êrişî girtiyan kirin û ji aliyê personelên ku ji ewlehiya girtiyan berpirsyar in bi tu awayî pêşî li wan nehat girtin. Ev jî nîşan dide ku ewlehiya jiyanê ya girtiyan li girtîgehê tune ye û bi giştî lewaziya ewlehiyê heye.”   ‘DIVÊ LÊPIRSÎN BÊ DESTPÊKIRIN’   Ormanli anî ziman ku li gorî çavderiyên wan qanûn û polîtîkayên rejîma îdamê li Tirkiyeyê dibe sedema gelek pêkanînên ku dûrî rûmeta mirovan in. Ormanli diyar kir ku rejîma îdamê ya niha li Tirkiyê pêwîst e di berjewendiya girtiyan de were nûkirin, da ku girtî bi awayekî birûmet, bi ewle bin û dawî li înfaza bêserûber were anîn. Ormanli destnîşan kir ku divê di der barê girtiyên ku di bûyerê de bûne berguman lêpirsîn bê destpêkirin û wiha got: “Her wiha divê der barê berpirsên cemaweriyê yên di nava bûyerê de cih girtin e jî lêpirsîneke bi bandor bê kirin.”